‘Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û gefên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

‘Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye’
14 kanûn, 2018   12:40

KOBANÊ

Di dema ku dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirinê dixwe de, helwestên li dijî vê yekê zêde bûn.

Piştî gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîb Erdogan bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û helwestên xwe li dijî vê yekê diyar kirin. Her wiha gefên dewleta Tirk a dagirker û tu gavên ber bi xaka Sûriyê ve şermezar kirin.

Hêzên siyasî yên herêmê bi daxuyaniyan destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê re şermezar kirin. Di heman demê de jî civaka navdewletî tu helwestên xwe der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de diyar nekirin û ev yek rewşa Sûriyê xirabtir dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Enerjiyê ve li pêşiya avahiya desteyê ya li bajarê Kobanê hate xwendin. Endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Firatê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengal, Mexmûr û gefên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin. Armanca wan ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin. Projeya demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de hembêz kiriye, têk bibe.

Di dema ku hêzên terorîst ji aliyê şervanên QSD`ê ve ber bi tunekirinê ve diçin, partiya AKP`ê bi serkêşiya Erdogan gefan zêde dike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku Sûriyê parçe bike û bi ser dewleta Tirk a dagirker ve berde. Demografyaya herêmên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê biguhere. Hevgirtina civakî têk bibe. Ev hemû bi rêya ku bajar û bajarokên Sûriyê ji niştecihên wê yên resen vala bike, hewl dide pêk bîne.

Em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokratîk û Koalîsyona Navdewletî dikin ku helwestên xwe li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker diyar bikin."

(bx)

ANHA