Şêniyên Tirbespiyê bi daxwaza Leyla Guven re ne

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo piştgiriya daxwazên Leyla Guven û rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li greva birçîbûnê bûn.

Şêniyên Tirbespiyê bi daxwaza Leyla Guven re ne
Şêniyên Tirbespiyê bi daxwaza Leyla Guven re ne
Şêniyên Tirbespiyê bi daxwaza Leyla Guven re ne
13 kanûn, 2018   13:22

QAMIŞLO

Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Tirbespiyê greva birçîbûnê ji bo piştgiriya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Culemêrgê Leyla Guven li dar xist. Di seatên sibehê de bi sedan şêniyên navçeyê ji Kurd, Ereb û Suryanan berê xwe da konê grevê.

Di çalakiyê de ku îro sibehê dest pê kir, endama rêveberiya Kongreya Star Eyhan Murad axivî û wiha got: "Kombûna şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo şikandina tecrîda girankirî li ser rêber Ocalan e, ew bi xwe bersiva rast ji gefên Erdogan re ye."

Eyhan diyar kir ku çalakiya Leyla Guven li hemberî dewleta Tirk a dagirker, berxwedaneke mezin e û daxwaza Leyla Guvan daxwaza hemû gelan e. Eyhan wiha dewam kir: "Leyla Guven bi rêya berxwedana xwe di zindana dagirkeran de, berxwedana jina azad ku dagirkeriyê qebûl nake, nîşan da. Em jî vê çalakiyê erê dikin û piştgiriya xwe bi wê re nîşan didin."

Çalakiya grevê bi beşdarbûna şêniyan dewam dike û hejmara kesên ku ketine grevê 107 kes e. Her wiha partiyên siyasî û saziyên sivîl berê xwe didin konê grevê.

Tê payîn ku çalakî 2 rojan dewam bike.

(jo)

ANHA