‘Diyalog çareseriya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û berjewendiyên wê ye’

Heyet El-Tensîq El-Weteniye – Tevgera Guhertina Demokratîk destnîşan kir ku serokkomarê Tirkiyeyê û rêjîma wî yên herî zêde di cîhanê de ku alîkariya terorê dikin. Her wiha teqez kir ku careke din dest bi diyalogan bi hêzên civakî û siyasî li herêmê re bikin da ku li dijî çavbirçîbûna dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê bisekinin.

‘Diyalog çareseriya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û berjewendiyên wê ye’
13 kanûn, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Heyet El-Tensîq El-Weteniye – Tevgera Guhertina Demokratîk  Dr. Muzir Xedam der barê gefên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ku dê êrîşî Bakurê Sûriyê bike, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demên dawî de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi tawana şerê li dijî terorîstan bike, gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Her kes dizane ku ew û rêjîma xwe yên herî zêde di cîhanê de destekê didin terorîstan.

Bi awayekî fermî wan di Idlib, Efrîn û bakurê Helebê de hembêz dike. Em bi navê Heyet El-Tensîq El-Weteniye – Tevgera Guhertina Demokratîk gefên Erdogan şermezar dikin.

Em her kesê ku dilê wî li ser welatê wî Sûriyeyê diêşe, hişyar dikin ku berjewendiyên Tirkiyeyê li ser xaka Sûriyê hene. Divê helwest li beramberî gefên wî were diyarkirin. Divê hikumeta Sûriyê bi erka xwe rabe û li dijî çavbirçîbûna dewleta Tirk a dagirker û dagirkeriya wê ji xaka Sûriyê re bisekine. Çareseriya herî baş ji bo vê yekê diyalogên bi hêzên civakî û siyasî li herêmê ye da ku çareseriyeke siyasî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê were dîtin."

(bx)

ANHA