Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne

Şaredariya bajarokê El-Kesra ya Dêrazorê hewl dide bi derfetên xwe yên kêm, xizmetê pêşkêş bike.

Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
Tevî derfetên kêm Şaredariya El-Kesra xebtên xwe didomîne
13 kanûn, 2018   09:00

FADÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Şaredariya El-Kesra bi hemû derfetên xwe hewl dide derfetên xwe li gundên El-Hermûşiyê û El-Ziêr êm Dêrazorê xerabûnê sererast bike. Karkerên Şaredariyê dest bi hemleya rengînkirina resîfan û amûrên kehrebeyê û çerxereyên li bajêr û deriyên dikanan kir.

Şaredariyê li deriyê veguhastin û derketina bajarok 4 peykerên ku girîngiya dîrokî ya herêmê diyar dikin, danîn. Her wiha şaredariyê hemû rêyên xirabûyî yên ber bi bajarokê El-Kesra ve  bi dirêjbûna 10 kîlometreyan sererast kirin.

Her wiha 5 çerxerê ji nû ve sererast kirin (çerxerêya bakurê bajarok, çerxerêya sereke li navenda bajêr, çerxerêya gundê Hîmar El-Kesra, çerxerêya şaredariyê û çerxereya Meclisa Sivîl). Her wiha 200 dar hatin çandin.

Endamên çavdêriya zimhêrê rojane di nava sûk û dikanên bazirganiyê de digerin, armanc jê ku madeyên xerab bûne û demborî û goştê xerab desteser bikin. Li gorî çavdêran rêjeya qûtê demborî ji sedî 90 daketiye.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Kesra Xiyas El-Ecîl wiha got: "Ji destpêka avakirina şaredariyê ve me bi hemû derfetan dest bi kar kir. Me hemû serpêçî ku ji ber tevliheviyê û rûxandinê pêk hatibûn, dan sekinandin. Em soz didin gelê xwe em ê di pêşerojê de kar bêhtir bikin."

ANHA