Komîteyên xizmetguzariyê: Kesên mazot wernegirtine bila serî li komînan bidin

Li ser daxwazên şêniyan ku mazot wernegirtine, komîteyên xizmetguzariyê yên komînên herêma Qamişlo dest bi belavkirina beşa sêyemîn a mazotê li şêniyên ku mazot wernegirtine kir.

Komîteyên xizmetguzariyê: Kesên mazot wernegirtine bila serî li komînan bidin
Komîteyên xizmetguzariyê: Kesên mazot wernegirtine bila serî li komînan bidin
13 kanûn, 2018   08:27

QAMIŞLO

Bi hatina zivistanê re komîteyên xizmetguzariyê bi hevkarî û koordîneya şaredariyên gel ên herêma Qamişlo dest bi belavkirina mazotê li şêniyan, li ser du beşan kirin. Komîteyan di her du beşan de para herî malbatekê 200 lître mazot belav kir.

Piştî bidawîbûna xebatên belavkirina her du beşan li herêma Qamişlo, hejmarek şêniyên herêmê ji komînan re diyar kir ku wan mazot wernegirtiye. Li ser wê komîteyên xizmetguzariyê dest bi tomarkirina navên şêniyên kir ku mazot wernegirtine da ku mazotê li wan belav bikin.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîna Şehîd Amêr ê taxa El-Bişêriyê ya bajarê Qamişlo Nesirdîn Ebdulerehman El-Mele xuya kir ku komîn ji 160 malbatan pêk tê û mazot li 150 malbatan di her du beşan de hatiye belavkirin. Her wiha destnîşan kir ku 10 malbatên mayî ku mazot wernegirtine, ji ber ku hîna mazota sala borî li gel wan hebû.

Nesirdîn xuya kir ku ew 10 malbatên ku mazot wernegirtine daxwaznameyek girêdayî hewcedariya wan bi mazotê ji komînê re pêşkêş kirine. Piştre wan bi komîteyên xizmetguzariyê re koordîne kirine û ji aliyê xwe ve komîteyê mazot li wan malbatan belav kir.

Di dawiyê de El-Mele bang li hemû şêniyan kir ku kesên mazot wernegirtine bila serî li komînê bidin.

(şx)

ANHA