Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike

Şaredariya Gel a bajarokê El-Cirn ê girêdayî kantona Girê Spî di 3 mehan de ruxmî derfetên kêm gelek projeyên girêdayî pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê pêk anîne.

Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
Şaredariya Gel a El-Cirn ruxmî derfetên kêm, projeyên xizmetguzariyê pêşkêş dike
12 kanûn, 2018   08:19

MIHEMED EL-EHMED - IBRAHÎM EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a bajarokê El-Cirn li rojavayê gundewarên Girê Spî tevî derfetên kêm gelek xebatên xizmetguzariyê ji sererastkirina rê, pir û toreyên avê li gelek gundên girêdayî wê pêşkêş kirine.

Şaredariyê ji bo sererastkirina rêyan 38 milyon lîreyên Sûriyê û 9 milyon û 800 hezar lîreyên Sûriyê ji bo sererastkirina toreyên avê veqetandiye. Ev lêçûn Rêveberiya Herêmî û Desteya Şaredariyan ji şaredariyê re pêşkêş kirine.

Şaredariyê beriya 3 mehan dest bi xebatan kiribû. Destpêkê rêya Quriful û Hûrak bi dirêjahiya 2 km û rêya di navbera gundê Bexdîk û Eydaniyê de bi dirêjahiya 2 km bi kevir raxistin.

Ji projeyên ku hîna xebat ji bo wan tên meşandin, projeya sererastkirina rêya di navbera bajarok û gundê Bîr Ereb û ji gundê Mincî Koy heta gundê Şawîk û ji gundê Bîr Ereb heta gundê Koş Kor e. Şaredariyê kortên rêyan tijî kirine.

Girêdayî kar û barên toreyên avê, şaredariyê tabloyên kehrebeyê yên hilmijên gundewaran sererast kirine û ji nû ve dan xebitandin. Her wiha toreya avê ya gundê Girê Sor berfireh kiriye û av gihandiye gundên derdorê. Tevî wan xebatan şaredariyê li gundê Benet Elî depoyek avê ava kiriye û depoya avê ya gundê Korbelek sererast kiriye.

Ji bo hêsankirina derbasbûna şêniyan li herêmê, şaredariyê her du pirên gundên Korbelek û Korik ên ku piştî herikîna çemê Qeremog di encama barîna baranê ya zêde de li herêmê,  zirar dîtine, sererast kirine.

Plansaziya pêşerojê

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a El-Cirnê Umer Kerden wiha axivî: "Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina rêyan, şaredarî di pêşerojê de dê rêyan qîr bike û her wiha şaredariyê gelek projeyên girêdayî berfirehkirina toreyên avê û sererastkirina hemû sindoqên avê û sererastkirina 5 pirên herêmê xistine nava plansaziya pêşerojê."

(şx)

ANHA