QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD`ê li Hecînê çeteyê bi navê Abdulrehman El-Şamî ku ev 4 sal e di nava çeteyên DAIŞ`ê de ye, girt.

QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê girt
12 kanûn, 2018   07:52

DÊRAZOR

Di qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyekî DAIŞ`ê girt.

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me re ragihand ku şervanên QSD`ê çeteyê bi navê Talib Hemûd El-Xelef ku bi navê Abdulrehman El-Şamî tê naskirin, li bajarokê Hecînê girt.

Çete Abdulrehman El-Şamî ev 4 sal e di nava çeteyên DAIŞ`ê de ye û beriya 2 rojan ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate girtin.

(bx)

ANHA