Şervanên QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan teqand

Şervanên QSD`ê li bajarokê Hecînê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê , teqand.

Şervanên QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan teqand
12 kanûn, 2018   08:23

DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê di çarçoveya qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê de, li eniya Hecînê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê teqend. Her wiha li navenda bajarokê Hecînê şerên dijwar rû didin.

Çeteyên DAIŞ`ê hewl da bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên QSD`ê bikin. Şervanan êrîşa çeteyan têk bir û erebe teqand.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên QSD`ê ji sedî 35 ji bajarokê Hecînê rizgar kiriye û şerên dijwar li hemû eniyan didomin.

(bx)

ANHA