Bayik: Pêşî li faşîzma Tirk dikare bê girtin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik: Faşîzma Tirk ku bi referandûm û sîstema serokatiyê hate afirandin, bi hilbijartinên xwecihî re dixwaze aliyê xwe yê sêyemîn jî temam bike. Kurd û hêzên demokrasiyê dikarin pêşî li vê bigirin.

Bayik: Pêşî li faşîzma Tirk dikare bê girtin
11 kanûn, 2018   16:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di bernameya 'Ulkeden Ozel' a Medya Haber TV de bersiv da pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz. Bayik işaret bi grevên birçîbûnê kir ku bi çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê dest pê kir û hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Dema çalakiya Guven

Bayik diyar kir, greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 34'an de ye, ji aliyê demê ve gelekî girîng e û got, "Ew bûye wijdanê gelê Kurd, bûye wijdanê mirovahiyê."

Bayik anî ziman, Guven êrîşên bê wijdan ên li dijî Ocalan û di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd tên kirin gelekî metirsîdar dîtiye, lewma dest bi çalakiyê kiriye û got, "Ji bo polîtîkayên qirkirinê yên di şexsê Rêber Apo de dest pê kirine bi Kurdan, gelan û raya giştî ya navneteweyî bide fêhmkirin, dest bi vê çalakiyê kiriye. Lewma girîng e. Çima Leyla Guven dest pê kir, ya jî kesekî din, mêrekî dest pê nekir? Ev yek jî nîşan dide ku jin li pêşberî rewş û bûyeran hestiyar û berpirsyar e. Bi taybetî radixe pêş çavan ku di şexsê jinên Kurd de jinan çi bi dest xistine. Jin hîn bêhtir xwedî lê derdikevin, ji ber ku jin herî zêde bi Rêber Apo re xwe gihand nasanme, reng û rastiya xwe. Ji mêr bêhtir fêhm kirine bê Rêber Apo ji bo wan tê çi wateyê." Bayik destnîşan kir ku ji ber vê yekê çalakiya Leyla Guven gelekî watedar e û her belav dibe.

Bi biryardarî li dijî faşîzmê disekinin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman, gelê Kurd metirsiya heyî dîtiye û gav bi gav li dora çalakiya Leyla guven li ehv dicivin. Bayik got, "Hem li parçeyên Kurdistanê, hem jî li derveyî welat Kurd û dostên Kurdan tevlî çalakiyê dibin. Destekê didin û çalakî mezin dibe. Bêguman ev yek rastiya dewleta Tirk nîşan dide. Ev yek her wiha hêrsa li dijî desthilatdariya Erdogan û Bahçelî jî radixe pêş çavan. Ji ber ev çalakî dide xuyakirin ku li Tirkiyeyê faşîzm heye, êrîş li hemû nirxên demokratîk, li gelan û çandan tê kirin û ev yek ji bo qirkirina Kurdan tê kirin. Ji her alî ve hewl didin pêşî li van çalakiyan bigirin. Berê kolan qedexe dikirin, niha nava avahiyan jî qedexe dikin. HDP'yiyan li nava avahiyan destgîr dikin. Dibêjin, 'hûn ê nikaribin tiştekî bikin, hûn ê nikaribin xwedî li xwe derkevin, em dixwazin we ji holê rakin, hûn ê vê qebûl bikin. Eger hûn qebûl nekin û li ber xwe bidin, em ê mafê jiyanê nedin we'."

Bayik diyar kir, faşîzm ev bi xwe ye û got, "Faşîzm firsendê nade ti mûxalefetê, nade daxwaza azadî û demokrasiyê, nade nirxan û van hemûyan li dijî xwe dibîne. Lewma dixwaze her tiştên li hemberî xwe bieciqîne, ji holê rake. Ev cewhera karaktera faşîzmê ye. Lewma Guven bi biryardarî li dijî vê radibe. Lewma ez Leyla Guven û her kesên di nava vê têkoşînê de cih digirin silav dikim û pîroz dikim. Divê piştgirî ji van çalakiyan re bê dayin."

Hîmê dawî yê faşîzmê

Cemîl Bayik anî ziman, Erdogan û Bahçelî dixwaze dîktatoriya faşîst a xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê bi temamî bide rûniştindin, lewma bi polîtîkayeke êrîşkariyê tevdigere û got, "Hemû hêzên mûxalîf bê bandor kirin. Qaşo referandûm kirin û piştre di bin navê sîstema serokatiyê de sîstemeke ku li cîhanê weke wê nîne, derxistin holê. Niha jî bi hilbijartinên xwecihî re dixwazin vê yekê bi temamî pêk bînin. Bi referandûm û gavên bi sîstema serokatiyê re avêtin, bêguman faşîzm anîn Tirkiyeyê. Lê belê hîn ji her alî ve bi sazî nebûye, rûneniştiye. Bi hilbijartinên xwecihî re dixwazin vê bikin. Ev yek hîmê dawî ye. Eger di hilbijartinên xwecihî de karibin encama bi dilê xwe bi dest bixînin, ku vê yekê bi vekirî dibêjin, wê faşîzma Tirk a xwe dispêre senteza Tirk-Îslamê li Tirkiyeyê bidin rûniştandin."

Hemû gavên wan dikare li wan bên vegerandin

Bayik anî ziman, ev hilbijartin ji bo Kurdan û hêzên demokrasiyê ji hilbijartinên beriya niha girîngtir in û got, eger AKP-MHP encama bi dilê xwe bi dest nexistin, dibe ku hemû gavên avêtine li wan vegerin. Bayik diyar kir, divê her kes bi vê zanibe û ragihand, vê rejîma faşîst diyar kir ku ew li dijî her tiştên bi navê Kurdîtiyê ne; çi hebe bi navê Kurd û Kurdistanê dixwaze tine bike."

Divê gelê me xwedî li nirxên xwe derkeve

Bayik diyar kir ku Bahçelî gotiye divê ev şaredarî neyên dayîn û Erdogan jî gotiye ku heke kesên din van şaredariyan bi dest bixin ewê dest deynin ser. Bayik diyar kir ku gotinên Bahçelî û Erdogan taktîk e û got, "Dixwazin vî tiştî ji gelê me re bibêjin; heke hûn van şaredariyan bi dest bixin em ê nedin we. Ji ber wê jî belasebeb tênekoşin, heke hûn biçin ser sindoqan jî em ê dîsa ji we bistînin. Bi vê re dixwazin vî tiştî li ba Kurdan ava bikin, ji ber ku ew ê ji destê me bistînin nexwe çima em biçin ser sindoqan û em çima bixebitin? Pereyan belav dikin û sozan didin. Hewl didin bi van rêyan pêşiya têkoşîna Kurdan bigirin. Ez bawer im gelê me hay ji vî tiştî heye. Gelê me divê xwedî li sazî û nirxên xwe derkevin. Mesele ne kes in. Berdêlên mezin hatin dayîn, têkoşîn hate kirin û hin nirx hatin avakirin. Şaredarî jî yek ji wan nirxan e. Divê Kurd xwedî li nirxên xwe û saziyên xwe derkevin. Ew çi dibêjin bila bibêjin divê Kurd tevlî hilbijartinan bibin û saziyên ku hatine xespkirin, careke din bi dest bixin.

Divê hêzên demokrasiyê jî hay ji van tiştan hebin

Divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî hay ji van tiştan hebin. Alîgirên demokrasî, azadî û edaletê divê bi hev re bixebitin. Bi vî awayî mirov dikare ji AKP û MHP’ê rizgar bibe. Kêşeyên di navbera xwe de divê dernexin pêş. Berevajî vê divê li ser qelskirina AKP û MHP’ê bisekinin û ji bo vî tiştî alîkarî û hêzê bidin hev. Hilbijartinên herêmî ji ber meseleyê gelekî girîng e. Heke hêzên demokrasiyê di vî warî de bi ser bikevin, ew ê li Tirkiyeyê faşîzm bi ser nekeve û ew ê pêvajoyeke nû were destpêkirin. Divê her kes xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derkeve.

Sînorê faşîzmê tune

Bayik diyar kir ku faşîzm bi tu tiştî xwe bi sînor nake û hewl dide tiştên zêde bi dest bixe û got ku, "Heke em naxwazin vê rewşê bijîn, divê em berxwedan û têkoşînê geş bikin. Ji ber ku li hemberî wan hêzeke berxwedêr heye, ew jî mirovan digirin. Ditirsin. Ew dibêjin ku divê bi girtin û êşkenceyê em wan ji xebatan dûr bixînin da ku em bigihêjin armanca xwe. Divê gelê me vî tiştî bibînin."

Lîstika berê tê dubarekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser vî tiştî ku gotegotên ‘pêvajoya çareseriyê’ propagandaya şerê psîkolojîk e û got ku “Dema komploya navneteweyî hate kirin jî propagandayên wisa hatibûn kirin.” Bayik axaftina xwe wisa domand: “Di dema komployê de jî dihate diyarkirin ku, heke bandora Apo were şikandin ew ê astengiya li pêşiya doza Kurdan were rakirin, Apo û PKK asteng in, heke em van astengan ji holê rakin em ê doza Kurdan çareser bikin. Ev propaganda ji bo çîna navîn dihate gotin. Xwestin çîna navîn bidin ba xwe û doza azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin. Niha jî hem lîstik tê dubarekirin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi çavê pêşîlêgirtinê li Rêber Apo û PKK’ê dinihêre. Rêber Apo û PKK bersivê dide demokrasî û azadiya gelan û li ser navê pergala alternatîf pergala konfederal a demokratîk diparêze.”

PKK mezintir dibe

Bayik diyar kir ku van êrîşan rê li ber mezinbûn û geşbûna berxwedan, tevger û gelê Kurd kiriye û got ku, “Ji ber ku ruhê Rêber Apo, ruhê azadiyê ye. Ne mumkun e ku pêşiya vî ruhî were sekinandin û ev ruh were bêbandorkirin. PKK roj bi roj mezin dibe, ji xeynî azadiyê tu tiştî qebûl nake. Ji ber vê jî ev êrîş û komplo ew ê tu encamê ava nekin. Ji bo sistkirina Kurdan û avakirina bendewariyê; bi taybetî ji bo ku çîna navîn ber bi xwe ve bikişînin, propaganda tên kirin. Ev taktîka şerê psîkolojîk e, taktîkeke pergala modernîteya kapîtalîst e. Divê kes baweriyê bi vî tiştî neynin. Ji xeynî têkoşînê tu rê û metod tuneye ku doza Kurdan çareser bike.

Derdê wan ê ji bo çareseriyê tune

Bi pêşengiya Rêber Apo PKK û gelê Kurd 8,9 agirbestên yekalî îlan kir. Ev agirbest di şertên herî zor de hatin kirin. Heke nêta dewleta Tirk a faşîst hebûya, ew ê wê çaxê bikira. Derdekî vana yên wekî çareseriye tune. Xapandin heye. Siyaseta wan li ser xapandina Kurdan e. Doza Kurdan nas nakin û derdê wan ne çareserkirina vî tiştî ye. Ji bo xapandinê ev gotegot tên belavkirin. Hewl didin Tevgera Azadiyê û gelê Kurd têxin nav bendewariyan û piştre derbeke giran li wan bixin. A niha li ser Rêber Apo, PKK û gelê Kurd plan û konsepteke xetere heye. Bi berxwedaneke xurt , ev komplo dikare were şikandin. Heke derdekî wan ê çareserkirina doza Kurdan hebûya ma ew ê DYE ew biryar bida? Ew ê li ser Rêber Apo tecrîdeke giran bihata kirin? Ew ê DMME ji bo Rêber Apo ew biryar bida? Ji bo çareseriyê jî divê berê zextên li ser Rêbertî rakin û bi Rêbertî re ew ê li ser çareseriyan bisekinin. Heke zextên li ser Kurdan rakin û hemû girtiyan berdin, belkî wê çaxê Kurd baweriyê bi wan bînin. Divê tu kes b i wan bawer nebin. Heta ku têkoşîn neyê geşkirin mirov nikare pêşiya van xetereyan bigire.”

Biryarên DMME ne dûrî siyasetê ye

Bayik bal kişand ser vî tiştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryara tecrîda li ser Ocalan peseng kiriye û got ku, “Biryara DMME ne dûrî siyaseta Yekîtiya Ewrûpayê û Konseya Ewrîpayê ye. Li berjewendiya van saziyan ev e ku di şexsê Rêber Apo de divê li hemberî PKK û Kurdên azad qirkirin pêk were. Ji bo vê qirkirinê jî divê Kurdan bixapînin. Dibêjin ku em li dijî Apo û PKK’ê ne lê em ne li dijî Kurdan û demokrasiyê ne. Heke bi rastî jî dixwazin pêşiya siyaseta demokratîk vekin û dixwazin doza Kurdan çareser bikin divê li hemberî Rêber Apo wê biryara bêwijdan û hov nestînin. Li gorî wan Kurdên baş û xerab hene. Ev tê wateya tunekirina Kurdan. Ev polîtîka hewl dide Kurdan parçe bike û bixapîne. Êdî gelê Kurd bi van tiştan dizane. Bi têkoşîna PKK’ê re êdî Kurd difikirin, dipirsin û dizanin ku çi ji bo wan kar e û çi jî ji bo wan xisar e.

Tesadûfî nîne ku li Fransayê diqewime

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hebûna nirxên azadîparêz demokratîk ên li nava civaka Ewropayê û got, "Ji ber ku şoreşeke gelekî mezin a Fransayê pêk hat û bandor li tevahiya cîhanê kir. Lewma rûdana çalakiyeke bi vî rengî li Fransayê tiştekî tesadûfî nîne, yanî pêwendiya xwe bi dîrokê heye. Pêwendiya xwe bi nirxên demokrasî û azadiyê yên dîrokî heye. Ev yek di nava civaka Fransayê de, li nava mirovên Fransayê xurt e. Di heman demê de nirxên gelên Ewropayê ye. Xwedî li wan tê derketin. Çalakiya Êlek Zeran jî vê yekê îfade dike."

Çalakiyên demokratîk in

Bayik diyar kir, bê edaletiya li Fransayê tê şermezarkirin û li gel daxuyaniya Macron ku got, wê zeman 6 mehan bisekinînin, çalakî bi biryardarî didomin. Bayik got, "Pirsgirêk ne pirsgirêka 6 mehan e. Polîtîkayên tên meşandin dewlemendan diparêze, lê civakê bêhtir xizan dike, tengav dike. Eger ne ji qanûn û biryarên ku dewlemendan diparêzin bûya, wê bandor li gelemperiya civakê nekiribûya, wê destekeke ewqasî zêde ji çalakiyan re nebûya. Bêguman ev çalakî ji aliyê cewherî ve çalakiyên demokratîk in. Lewma civak destekê dide. Xuya ye wê bi vê rêbazê bidome."

Faşîst qirêjiya xwe nabîne

Bayik got, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir ku polîsên Fransayê çiqasî hov in û yê wan çiqasî demokratîk û însanî ne û wiha dewam kir: "Ev yek gotina faşîstan e. Faşîst ti carî qirêjiya xwe nabînin, berevajî; her tim xwe baş pêşkêşî civakê dikin. Ev yek karakterê faşîzmê ye. Ya ku niha Erdogan dike jî ev e. Ya rast, vê yekê nû nake. Ji roja ku bûye desthilat û vir ve dike. Dikarim vê bi hêsanî bêjim; Erdogan çi bêje, ya li dijî wê rast e. Erdogan dibêje, li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê heye. Dibêje, li ti devera cîhanê bi qasî Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne. Gelo ev rast e? Li devereke din a cîhanê bi qasî ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tê binpêkirin, nayê binpêkirin. Zindan bi endamên çapemeniyê tijî bûne. Hemû çapemeniya mûxalîf hatiye girtin, dengên mûxalîf hatine birîn, ji çapemeniyê hatine avêtin. Çapemenî bi temamî bûye dengê Erdogan-Bahçelî. Rastî ev e. Her kes vê dibîne û bi vê zane. Ynî li Tirkiyeyê D a Demokrasiyê nîne. Her kes jê aciz e, lê ji cîhanê re radibe dibêje 'Tirkiye dewleteke demokratîk û hiqûqê ye. Demokrasî û hiqûqa ku li devereke din a cîhanê nîne, li Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê hiqûq serbixwe ye'. Hemû dîktatorên li cîhanê ji xwe re Erdogan ê faşîst mînak dibînin.

Polîsên Tirk hovîtiyê dikin

Kiryarên polîsên Tirk li pêş çavan e. Hovîtiyê dikin. Dibe ku polîsên Fransayê li kolanan li ber xwepêşandêran radibin, lê belê polîsên Tirk nahêlin li malan, li avahiyan jî çalakiyek bê kirin, êrîş dikin. Dayikên Windayan, Dayikên Şemiyê mirovên herî hêja yên cîhanê ne. Bi her awayî berdêlan didin pêş çavên xwe û xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin. Qebûl nakin ku ew li hev bicivin. Gelo ji vê bêhtir tiştekî hov heye? Erdogan çiqasî dixwaze blia xwe weke demokratekî nîşan bide, lê belê bi nîşandanê mirov nabe demokrat. Rastiya Erdogan-Bahçelî li holê ye, tiştekî ku karibin veşêrin nemaye... Çiqasî ji wan tê bila derewan bikin û her tiştî berevajî bikin. Lê êdî nikarin kesî bixapînin, nikarin rastiya faşîzmê binixumînin. Lewma ti qîmetê gotinên Erdogan nîne."

gotinên konsolosê Tirk eşkere ye

Cemîl Bayik diyar kir ku gotinên konsolosê Tirkiyeyê yê li Erbîlê Hakan Karaçay ên derbarê TevgeraAzadî her tiştî eşkere dike û hemû kesên xwedî wijdan dikarin van gotinan fêm bikin. Bayik bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Bayik got ku, “Ji ber vê jî ji bo Kurdan dijminê sereke Dewleta Tirk e. Tiştên ku dewleta Tirk li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr dike li ber çavan e. Dewleta Tirk dixwaze hemû tiştên aîdî Kurdan ji holê rake. Bêyî ku veşêrin, vî tiştî eşkere dikin.”

Kurdên ku vî tiştî nabînin

Bayik diyar kir ku hin kesên ku xwe dixapînin û dixwazin têkiliyên biçûk bi dewleta Tirk re deynin, naxwazin vê rastiyê bibînin û got ku, “Li hemû parçeyan û li derveyî welat Kurd dibînin ku dijminê wan ê sereke dewleta Tirk e. Bîra demokratîk a neteweyî bi pêş ve diçe. Dizanin ku destkeftiyên gelê Kurd ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê tên temsîlkirin. Dibînin ku kesên ku qaşo siyasetê dikin di rastiyê de bazirganiyê dikin.”

biryar li ser YNK’ê tê ferzkirin

Bayik diyar kir ku piştî biryara DYE ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan, di salvegera PKK’ê de, YNK’ê biryara girtina Tevgera Azadî daye. Bayik got ku, “Belkî jî ev ne biryara YNK’ê ye. Biryara hin hêzên cihê ye lê biryar li ser YNK tê ferzkirin. Hêzên li pişt vê biryarê bi ferzkirina vê biryarê re, xizmetê ji YNK’ê re nakin.

Ev biryar li dijî YNK’ê ye

Ev biryar wekî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan xuya dike lê di esasê xwe de ev biryar li dijî YNK’ê ye. Bi vê biryarê re dixwazin YNK’ê qels bikin. Divê YNK baş bala xwe bide vî tiştî. Yên ku ev biryar dane, dixwazin bi biryarekê re du hedefan bi dest bixin. Qaşo ew ê PKK û YNK’ê bînin hemberî hev û ew ê derbê li PKK û YNK’ê bixin. Divê YNK ji bo berjewendiyên biçûk û rojane tevnegere û divê baş fêm bike ku ev biryar ew ê rê li ber encamên çawa veke.”

YNK divê xwedî li kelepora xwe derkeve

Bayik diyar kir ku YNK dîrok û armanca wê heye û ev biryar xizmetê ji rastiya wê ya dîrokî û armanca avakirina wê nake. Bayik bal kişand ser têkoşîna Mam Celal û Îbrahîm Ehmed a li Başûrê Kurdistanê û berdêlên ku dane û got ku, “Vê biryara YNK’ê xisarê dide rastiya wê ya dîrokî, armanc û hedefên wê.”

Ev biryar xisarê dide YNK’ê

Bayik diyar kir ku avakirina yekîtiya neteweyî û têkiliyên demokratîk pêdiviyeke mezin e û got ku, “YNK ji dêvila ku van tiştan ji xwe re bike esas, berê xwe dide biryara ku li xisara wê ye. Ev biryar ew ê tiştekî bi YNK’ê nede qezenckirin. YNK di salên dawîn de bi helwesta xwe ya neteweyî di nav Kurdan de îtîbarek bi dest xistibû. Lê YNK bi vê biryarê re xisarê dide têkiliyên demokratîk ên Kurdan û pergala demokrasiyê. Ev biryar xizmeta mêtingeran dike. Ne bawer im ku Kurd vê biryarê normal bibînin. Ez dibêjim qey ew ê gelek kadro û alîgirên YNK’ê jî vê biryarê normal nebînin. Ji ber ku alîgirên YNK’ê û kadroyên wê jî dixwazin di navbera Kurdan de têkiliyên demokratîk werin avakirin.”

Herêma Soran nikare vê bipejirîne

Herêma Soran herêmeke ku welatparêzî lê xurt e. Li vê herêmê danheviya rewşenbîrî, welatparêzî, demokratîk û sosyalîst heye. Rewşenbîrên gelekî hêja afirandiye. Dostê min Şêrko Bêkes yek ji van bû. Destketî û nirxekî gelekî hêja yê gelê Kurd e. Helbestvanekî dildarê azadiyê ye. Dostekî min ê hêja, rewşenbîrekî giranbuha bû ku gelekî dixwest yekîtiya demokratîk neteweyî ya Kurdan, têkoşîna azadiyê ya Kurd pêk were û takekes, civak û jiyana azad li Kurdistanê şîn bibe. Gelo rewşenbîr, welatparêzên bi vî rengî dikarin biryareke wiha qebûl bike? Nexêr, qebûl nakin. Ji ber ku ev yek li rastiya wan nayê. Li rastiya rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û xebatkarên çapemeniyê yên li vê herêmê nayê. Li dijî welatparêziya Kurd a li vê herêmê ye. Em bala xwe bidinê; herêma Soran ti carî serî li ber mêtingeran netewandiye. Her tim li ber xwe daye û bûye dengê azadiyê."

Welatparêzên li nava PDK'ê jî qebûl nakin

Bayik diyar kir ku her kes zane PDK bi Tirkiyeyê re di nava gelek têkiliyan de ne û gelek welatparêzên li nava PDK'ê jî vê biryarê qebûl nakin. Bayik got, "Ev biryar tevî ku bi destê YNK'ê bi cih hate anîn, biryareke Hikumeta Başûr e. Biryareke hêzên li desthilatdariyê ye ku bi destê YNK'ê bi cih hate anîn."

Tirkiye dixwaze kurdan li ber hev rake

Bayik ragihand, li pişt vê yekê dewleta Tirk heye û bi bîr xist, Konsolosê Tirk bi gotina 'Ev têrê nake, divê hîn bêhtir biryar werin girtin' hem kêfxweşiya xwe nîşan daye, hem jî teşwîq kiriye. Bayik got, daxuyaniyên bi vî rengî yên nûnerekî dewleta Tirk herhal xizmetê ji Kurdan re nakin û wiha dewam kir: "Ji ber ku dibîne, biryarên hatine girtin û pêkanînên heyî zerarê didin Kurdan, lewma daxuyaniyên bi vî rengî dike. Dewleta Tirkiyeyê ya qirker, ku dijminê temamiya Kurdan e, dixwaze Kurdan berde hev. Hewl dide pêşî li yekîtiya Kurdan bigire û bike ku Kurd li dijî hev şer bike. Lewma pesnê vê biryarê dide. Li bendê ye ku vê yekê mezintir bikin."

Divê Kurd nekevin xefikê

Bayik got, ti ji hêzeke mêtinger naxwaze Kurd bibin yek, naxwaze di nava Kurdan de têkiliyeke demokratîk pêk were, her tim dixwaze Kurdan parçe bike, yekîtiya wan xera bike, wan li ber hev rake û diyar kir, dixwaze Kurdan bi vî rengî qels bike û desthilatdariya xwe ya mêtinger-qirker bidomîne. Bayik wiha bi mijarê daket: "Tevgera Azadiyê ya Kurd niha li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke girîng. Hem ji bo xwe, hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dikare paşerojeke girîng biafrîne. Dikare kefenê di dîrokê de jê re hatiye çêkirin biçirîne û biavêje. Derfeteke wiha niha heye. Di demeke wiha de pêwîstiya Kurdan herî zêde bi yekîtiya neteweyî, têkiliyên demokratîk, mezinkirina demokrasiya Kurdan û xurtkirina hêviyê heye. Lê belê hêzên ku mêtinger li pişt wan e, hewl didin pêşî li vê bigirin. Lazim e Kurd vê bibînin û nekevin vê xefikê. Divê ji bo xatirê berjewendiyên biçûk tevnegerin, berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibînin. Ya ku hemû partiyan bi ser bixîne ev e. Kî li dijî vê derkeve wê hem zerarê bide xwe hem jî bide Kurdan."

Divê YNK biryara xwe sererast bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik pêşniyar li YNK'ê kir ji bo biryara xwe sererast bike û got, "Girîng e kadroyên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên li nava YNK'ê, dengdêrên wê û gelê Soran nîşan bide ku ew vê biryarê qebûl nakin, wê qebûl nekin û xwedî li Tevgerê derkevin. Tevgera Azadî kêmasiyên xwe çi dibe bila bibe, partiyeke Kurd e. Mêtinger partiyên Kurdan digirin, wan asteng dikin. Nabe ku YNK jî bi wezîfeyeke wiha rabe. YNK têkiliya demokratîk çiqasî di nava Kurdan de pêk bîne, wê ewqasî jî mezin bibe. Wê ewqasî xizmetê bike. Wê ji bo xwe jî encamên girîng biafirîne. Wê li gorî mîsyona xwe ya dîrokî tevbigere. Ya ku jê tê hêvîkirin ev e. Girîng e vê biryarê sererast bikin. Temamiya gelê me vê yekê ji YNK'ê dixwaze. Divê gel xwedî li Tevgera Azadî derkeve û li Başûr, li parçeyên din û derveyî welat nîşan bide ku ev biryara YNK'ê bi kêrî Başûr, bi kêrî temamiya Tevgera Kurd nayê û divê tavilê sererast bike."