Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeya şervanê QSD'ê Ibrahîm El-Dahir bi merasîmekê li goristana şehîd Xebat a Dêrikê veşartin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya gerîlaya YJA Starê Ronak Edalet hate eşkerekirin.

Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
Cenazeyê şehîd Seyad hate veşartin û nasnameya Ronak hate eşkerekirin
11 kanûn, 2018   16:39

QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê û Çil Axa ji bo wergirtina cenazeya şervanê QSD'ê Ibrahîm El-Dahir (Seyad) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû li ber nexweşxaneya Şehîd Hogir kom bûn. Rêhevalên şehîd cenazeya hevalê xwe di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan hilgirtin ser milên xwe û berê xwe dan goristana Şehîd Xebat a Dêrikê.

Kerwana cenazeya şehîd di nav kolanên bajarê Dêrikê de geriya û piştî ku gihaşt goristanê deqeya rêzigirtin bi torenek leşkerî ji hêla Hêzên Erka Xweparastinê ve hate girtin. Paşê fermendara YPJ'ê Canda Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û her wiha hemû şervanên eniyên şer silav kir.

Canda soza tolhildanê û şopnaidna rêya şehîdan da.

Ji aliyê xwe ve bi navê Yekîtiya Oldarên Misluman Şêx Sînan Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Şêx Sînan wiha domand: "Li ba xweda şehîd zindî ne. Di bihuştê de pileya herî bilind a şehîdan e, şehîdên ku ji bo welatê xwe û azadiya wî canê xwe fedakirine. Hûn ronahiya ku erd û asîman ronî kiriye. Ji bîrkirina şehîdan xiyanet e û hezkirina wan di dilê me de amanet e. Ew hêjayî teqdîrê ne."

Piştî bi dawîbûna axaftinan wesîqeya şehadeta şehîd Seyad hate xwendin. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîda gerîlaya YJA Star Ronak Edalet (Nêrgiz Salih) a ku li herêma Zapê li Bakurê Kurdistanê di dîroka 28'ê Hezîranê de şehîd bûbû eşkere kir. Meclisê wesîqyea şehadeta her du şehîdan radestî malbatê kir. Ji aliyê xwe ve malbatên şehîdan soza şopandina rêya ewladên xwe dan.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya şehîd Seyad di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA