Li Dêrazorê dewreyek nû ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû

Li Akademiya Şehîd Fatime Xabûr a Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê, dewreyek nû ya perwerdê bidawî bû.

Li Dêrazorê dewreyek nû ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû
Li Dêrazorê dewreyek nû ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû
Li Dêrazorê dewreyek nû ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû
Li Dêrazorê dewreyek nû ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû
11 kanûn, 2018   13:15

DÊRAZOR

Endamên ku tevlî perwerdeyê bûne, waneyên birdozî û leşkerî 15 rojan dîtin.

Merasîma bidawîbûna dewreyê, bi amadebûna endam û fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bidawî bû.

Di merasîmê de, ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê Sîdo Ehmed axivî û bidawîbûnê dewreyê li endaman pîroz kir û got erk û berpirsyartiya endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina herêmê ye.

Piştî axaftinê, endamên ku dewreya xwe bidawî kirin, sond xwarin.

Di dawiya merasîmê de, bawername li ser endaman hate belavkirin.

(kc)

ANHA