MSD`ê bi mamosteyan re civiya

Meclisa Sûriyê Demokratîk bi mamosteyên navçeya Eyn Îsayê re civiya û rewşa dawî ya herêmê nirxand.

MSD`ê bi mamosteyan re civiya
MSD`ê bi mamosteyan re civiya
MSD`ê bi mamosteyan re civiya
MSD`ê bi mamosteyan re civiya
11 kanûn, 2018   13:38

GIRÊ SPÎ

Di civîna ku Mala Gel a Eyn Îsa hate lidarxistin, Endama Desteya Seroaktiya MSD û rêveberiya buroya jinê ya MSD`ê Îlham Umer û bi dehan mamosteyên herêmê têde amade bûn.

Îlham Umer derbarê pêvajoya damezrandina MSD`ê ku îsal derbasî sala xwe ya sêyemîn bûye axivî û diyar kir ku di demeke ku Sûriyê bibû qada parvekirina berjwendiyan di navbera dewletên herîmî û navneteweyî de, MSD`ê hate avakirin.

Îlham di axaftina xwe de bal kişand ser herêmên wekî Efrîn, Cerablûs û Ezazê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got dewleta Tirk bi destekdayîna hin aliyên navneteweyî guhartina demografî pêk tîne.

Îlham Umer da zanîn ku MSD`ê nûneriya muxalefta rasteqîn a Sûriyê dike û bi din sîwana wê de bi dehan partiyên Sûriyê û kesayetên siyasî hene û wiha dewam kir:”Armanca MSD`ê avakirina Sûriyeke demokratîk nenavendî ye.”

Îlham Umer hevdîtina Sûrî-Sûrî ku li Eyn Îsa hate lidarxistin, bi bîr xist  û got armanc ji vê yekê peydakirina çareseriyên bingehîn ji bo aloziya Sûriyê ye.

Îlham got:"MSD`ê amade ye bi Şamê re danûstandina bike, lê hinek alî hene zextê li rejîma Sûriyê dikin da ku danûstandinê têk bibin. MSD`ê bang li hemû aliyên Sûriyê dike da ku alozî bidawî bibe û çareserî peyda bikin.”

Piştre, endama buroya jinê ya MSD`ê Emîne Salih rêziknameya MSD`ê xwend û nîqaş li ser hate kirin.

Di dawiya civînê de, beşdaran derbarê têkiliya Meclisa Sivîl  bi MSD`ê re, her wiha têkiliya MSD`ê bi Rêveberiya Xweser û rêveberiyên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  pirs kirin. Îlham Umer jî ji aliyê xwe bersiva pirsan da.

(kc)

ANHA