Ciwanên Bakurê Sûriyê  tevlî refên berxwedanê dibin

Akademiya Şehîd Xebat a leşkerî ya navçeya Dirbêsiyê dewreyeke nû ya şervanên YPG û YPJ’ê bi navê" Şehîd Şervan" bi dawî kir.

Ciwanên Bakurê Sûriyê  tevlî refên berxwedanê dibin
Ciwanên Bakurê Sûriyê  tevlî refên berxwedanê dibin
Ciwanên Bakurê Sûriyê  tevlî refên berxwedanê dibin
11 kanûn, 2018   12:21

HESEKE

Dewreya ku 54 rojan dom kiriye, tê de waneyên birdozî û leşkerî hate dayîn.

Di merasîma dawîkirina dewreyê de, fermandar û şervanên YPG û YPJ’ê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên navçeyê û malbata şehîd Şervan ê bi nasnav Ebid El-Rezaq Îsa, amade bûn.

Bi navê YPG’e fermandar Şervan Amûdê axivî û wiha got:" Em bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz dikin û tekoşîna me li ser şopa şehîdan dewam dike. Her wiha em ê tevahiya axa dagirkirî rizgar bikin.”

Şervan Amûdê teqez kir ku, weke YPG û YPJ’ê armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye.

Piştre, şervanan sond xwarin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şehîd Şervan ji navçeya Amûdê ye û dema li ser karê xwe bû şehîd bû.

(ekîb)

ANHA