YPG: Serçeteyê koma Sultan Murad û çeteyekî din li Efrînê hatin kuştin

Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihandin ku hêzên du çalakî li navçeya Şera û Bilbilê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistine. Di encamê de serçeteyê koma Sultan Murad Ebû El-Mot û çeteyekî din hatin kuştin.

YPG: Serçeteyê koma Sultan Murad û çeteyekî din li Efrînê hatin kuştin
11 kanûn, 2018   08:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku 8’ê Kanunê yekîneyeke wan li navçeya Şera çalakiyeke sabotajê li dijî erebeya ku berpirsê Komîteya Parastinê û serçeteyê koma Sultan Murad Ebû El Mot tê de bû, lidar xistin. Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Her wiha navendê eşkere kir ku 9’ê Kanunê yekîneyeke wan li gundê Qurnê ya girêdayî navçeya Bilbilê li ser baregehekê koma çeteyên Sultan Murad çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

(kc)