Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje

Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl didin êş û azarên şêniyên Efrînê û bi taybet zarokan wergerînin berhemên hunerî. 'Dişawat' navê fîlmekî ye ku çîroka rêwîtiya zarokek Efrînê heta gihaştiye taxa Şêxmeqsûd vedibêje.

Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
Fîlma 'Dişawat' rewşa zarokên Efrînê vedibêje
11 kanûn, 2018   08:23

MIHEMED EBDO/EHMED REŞÎD/HELEB

Bi zaravayê Efrînê 'Dişawat' yanî(Du şawat) navê fîlma ku endamê Yekîtiya Rewşenbîran Heysem Mistefa ye ku bûyerên wê li kolanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikşîne.

Awirên dawî li ser çiyayê Ehlam vedugeher fîlemekî

Navaroka fîlmê girêdayî zarokekî bi navê Zagros e. Zagros mîna hemû zarokên di temenê wî de hêvî dikir ku pêşeroja xwe ava bike. Lê di roj û şevekê de ji ber şerê ku qewimiye, bû sedema koçberkirina bi hezaran zarokan û ji xwendinê bêpar hiştin, hemû hêviyên wî dibin bermahî man.

Serpêhatiya Zagros piştî ku malbat wî neçar dimîne warê xwe berde destpê dike. Zagros, cara dawiyê li bajarê xwe li ser çiyayê Ehlam dinêre. Ew dîmen di hişê wî de dimîne. Zagros piştî rêwîteyek dijwar ku tê de rastî bûyerên xeter û bi guman tê, dighêje taxa Şêxmqsûd a Helebê û li malekî nîvwêrankirî de dimîne.

Zargos rewşa ku tê re derbas bûye li ser lênûskekî kevn ku hindek rûpelên vala tê de mane û bi pênûsekê dinivîse.

Berxwedana me wê bidawî nebe

Derhênerê fîlmê Heysem Mistefa girêdayî fîlmê ji ajansa me re wiha axivî:"Êşên me pir in û kûr in, lê berxwedana me wê bi dawî nebe. Ji roja destpêkê ve ya Berxwedana Serdemê û heta niha û piştî derbasbûna 9 mehan berxwedana me berdewam e û çirûska wê dê neyê vemirandin. Gel di daxwaza vegerê de bi israr e. Ji aliyê xwe ve em wek Yekîtiya Rewşenbîran dixwazin dengê vî gelî bi hemû şêwazên heyî bighêjin raya giştî."

Heysem di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku êş û azarên gelê Efrînê tam nehatine belgekirin û çîroka zarokê bi navê Zagros yek ji hezaran çîrokên zarokên Efrînê ye.

Di dawiyê de Heysem tekez kir ku dema ew kişandina fîlmê bi dawî bike dê amadekariya rêzefîlmekî girêdayî berxwedana gel ku çirûska wê ji taxa Şêxmeqsûd piştî êrîşên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî taxê destpê kiribû bike.

Kişandina fîlm li taxa Şêxmeqsûd dewam dike.

(şx)

ANHA