Dizîna parçeyên dîrokî û birîna daran li Efrînê dewam dike

Artêşa Tirk a dagirker gelek parçeyên dîrokî ji girekî şûnwaran li kantona Efrînêdizîn. Çavkaniyekî herêmî got ku artêşa dagirker dema ku dixwest bighêje gir, 400 darên zeytûnê birîn.

Dizîna parçeyên dîrokî û birîna daran li Efrînê dewam dike
Dizîna parçeyên dîrokî û birîna daran li Efrînê dewam dike
Dizîna parçeyên dîrokî û birîna daran li Efrînê dewam dike
11 kanûn, 2018   08:58

EFRÎN

Kiryarên dijî mirovahiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike. Di vê çarçoeyê de, çavkanî ragihand ku dagirkeriya Tirk parçeyên dîrokî ji girê dîrokî yê di navbera gundên Kemrok û Sêmalka yên girêdayî navçeya Mabata, dizîn.

Heman çavkanî teqez kir ku dagirkeriya Tirk ji bo xwe bighîne gir zêdetirî 400 darên zeytûnê yên sivîlan bi tireksê birîn. Li gorî ku şêniyên herêmî diyar kirine, parçeyên dîrokî yên ku dagirkeriya Tirk dizîne dîroka wan vedgerê beriya 800 salan.

Li aliyekî din, çavkaniyekî din got dagirkeriya Tirk parçeyan ji xeta trênê ya nêzî gundê Ereb Şêxo ya navçeya Mabata ya Efrînê, dizîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagirkeriya Tirk beriya demekê, parçeyên dîrokî ji gundê Brade ku dîroka wan vedgerê serdema Mîtanî û Romaniyan, dizîn.

(jo)

ANHA