Metirsî li ser bilindbûna asta ava Çemê Ceqceq heye û şaredarî tedbîran digire

Şêniyên Hesekê yên ku malên wan li qiraxa çemê Ceqceq ne metirsiyên xwe ji ber bilindbûna asta ava çemê anîn ziman. Ji aliyê xwe ve şaredariyê ragihand ku ew ê tedbîrên pêwîst girtiye.

Metirsî li ser bilindbûna asta ava Çemê Ceqceq heye û şaredarî tedbîran digire
Metirsî li ser bilindbûna asta ava Çemê Ceqceq heye û şaredarî tedbîran digire
Metirsî li ser bilindbûna asta ava Çemê Ceqceq heye û şaredarî tedbîran digire
Metirsî li ser bilindbûna asta ava Çemê Ceqceq heye û şaredarî tedbîran digire
11 kanûn, 2018   07:36

HESEKÊ

Barîna baranê di van demên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedema bilindbûna asta ava çemê Ceqceq ê ku di navîna bajarê Hesekê re derbas dibe. Piştî girtina ava çemê ji hêla dewleta Tirk çem zûh bû. Lê rêjaya bilindbûna avê piştî baranên dawî asta avê bilind bû.

Bi bilindbûna asta ava çemê re şêniyên ku malên wan li rex çem e metirsiyên xwe derbarê bilindbûna asta ava çem anîn ziman û diyar kirin ku bi zêdebûna bilindbûna asta avê re ditirsin ku malên wan di bin avê de bimînin.

Her wiha kombûna çopê û mezinbûna şînkahiya bi zirar li navenda çemê û beravên wê herikîna avê  asteng dikin.

Girêdayî vê mijarê welatiyê bi navê Sebrî Mihemed ê ku mala wî li ser berava çemê ye destnîşan kir ku asta ava çem di van rojên dawî de bi awayekî mezin bilind bûye û got:"Em ditirsin ku malên me di bin avê de bimînin, bi taybet ji ber kombûna çopê û mezinbûna şînkahiyên bi zirar li navenda çemê û beravên wê  ku herikîna avê asteng dikin. Divê şaredarî tedbîran bigire."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Yûsif Ehmed metirsiyên xwe girêdayî mijarê rabûna ava çemê Ceqceq wiha rave kir: "Ev cara yekê ye ku asta ava çemê wiha bilind dibe. Em ditirsin malên me di bin avê de bimînin. Lê şaredariyê bendên axî ava kiriye em bi hêvîne tedbîrên baştir bigire."

Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a navçeya El-Şerqiyê ya bajarê Hesekê li ser hişyariya Saziya Jêderên Avê weke tedbîr bendên axî li derdora çemê daniye, ji bo rê li ber rabûna avê bigire.

Têkildarî mijarê Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya El-Şerqiyê ya Hesekê Evîn Dawûd destnîşan kir ku wan hemû tedbîrên pêwîst ji bo rê li ber keraseta rabûna ava çemê Ceqceq girtine û diyar kir ku şaredariyê bi vê mebestê tîmên lezgîn ava kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ava çemê Ceqceq ji Bakurê Kurdistanê diherike û ji bajarê Qamişlo yê Herêma Cizîrê re derbas dibe û dikeve çemê Firatê. Lê piştî aloziya Sûriyê û ji ber qutkirina ava çemê ji hêla dewleta Tirk ve, çem zûh bûbû.

(şx)

ANHA