Di nava tunebûnê de hewldanên avakirina nifşekî zana

Di rewşên koçberbûnê de hewcederiya herî pêwîst xwarin û cih e. Lê şêniyên Efrînê ew hewcedarî derbas kirine. Şêniyên Efrînê ji tunebûnê hêvî û jiyan diafrînin. Şêniyan bi armanca belavkirina zanistê û çanda xwe pirtûkxaneyek vekirin.

11 kanûn, 2018   07:58

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê 22'yê Îlonê pirtûkxaneyek bi navê 'Serdemê' li Kampa Serdemê vekirin. Vekirina pirtûkaneyê karekî nehêsan bû, rêwîtiya berhevkirina pirtûkan 3 mehan li tevahiya gundên Kantona Şehbayê yên rizgarkirî di bin avahiyê wêrankirî de berdewam kir.

Girêdayî mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîran û berpirsa pirtûkxaneyê Avesta Xabûr destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina pirtûkxaneyê ew e ku ji cihanê re isbat bikin ku şêniyên Efrînê ji jiyanê û zanistê hez dikin. Her wiha diyar kir ku wan di dirêjahiya 3 mehan de di nav avahiyên wêrankirî de pirtûk berhev kirine.

Yekîtiya Rewşenbîran bi vekirina pirtûkxaneyê hewl dide nifşek nû û zana ava bike. Rojane şênî serî li pirtûkxaneyê didin û pirtûkan digirin.

Hejmara pirtûkên li pirtûkxaneyê derdora 3 hezar in. Piraniya pirtûkên ku têne girtin siyasî, aborî, felsefî, sîsyolojiya, roman, çîrok û ferheng bi her sê zimanên Erebî, Kurdî û Ingilîzî ne.

Di dawiyê de Avesta destnîşan kir ku ew hêvî dike ku pirtûk bibe rêhevalê her kesî û wiha got: "Pirtûk mîna xwarin û vexwarinê ye. Divê mirov dest jê bernede. Ji lewre em hêvî dikin ku pirtûk bibe rêhevala hemû şêniyan li Şehbayê da ku bibe çand."

Orîvan Menan pirtûkan dixwîne û hertim serî li pirtûkxaneyê dide. Orîvan destnîşan kir ku beriya vekirina kampê wê ji xwendina pirtûkan hez nedikir û wiha domand: "Piştî vekirina pirtûkxaneyê û ji ber ku ez helbestan hez dikim, min pirtûka helbestvan Nîzar Qebanî ji pirtûkxaneyê bir. Di destpêkê de sebra min li ber xwendinê tune bû, lê bi demê re ez fêr bûm û niha ez pir caran serî li pirtûkxaneyê didm. Ez bang li hemûyan dikim ji bo ku asoyên xwe fireh bikin serî li pirtûkxaneyê bidin û pirtûkan bixwînin."

(şx)

ANHA