El-Şiblî: Danûstandinên navxweyî dikare destûrekî demokratîk ava bike

Endamê Desteya MSD'ê Mirî El-Şiblî bal kişand ser girîngiya danûstandinên navxweyî û got: "Em Wekî gelê Sûriyê baş dizanin ku çawa birînên xwe derman bikin. Diyaloga ku em pê bang dikin, danûstandinek niştimanî ye û giştî ye. Ew tenê dikare destûrek Sûrî demokratîk ku mafên hemûyan vedihewîne amade bike."

El-Şiblî: Danûstandinên navxweyî dikare destûrekî demokratîk ava bike
11 kanûn, 2018   07:03

MIHEMED EBDO / HELEB

Girêdayî danûstandûna Sûrî-Sûrî endamê Desteya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Mirî El-Şiblî  ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku ew hewl didin welatekî demokratîk û pirreng ava bikin.

Di destpêka axaftina xwe de El-Şiblî salvegera 3'yemîn a damezirandina MSD`ê li gelê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku meclis bûye cihê baweriya gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve. Her wiha desnîşan kir ku meclisê ji bo aloziya Sûriyê banga hevgirtinê li aliyan peywendîdar kirin.

Danûstandinên Sûrî-Sûrî wê aloziya Sûriyê çareser bikin

El-Şiblî destnîşan kir ku MSD'ê banga diyalogê dûrî çareseriya leşkerî kiriye û ev tişt anî ziman: "Em dibînin ku aliyên din ji opozîsyonê û rêjîma Sûriyê di bikaranîna hêza leşkerî de bi israr bûn. Ji ber wê gelê Sûriyê bû qurbana şerê berjewendiyên hêzên navdewletî. Dewletên herî zêde mudexeleya Sûriyê kirine Tirkiye, Îran û hindek dewletên cîran in. Ev dewlet dûrî berjewendiya gelê Sûriyê hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin. Me berê jî gotibû û em ê hertim bêjin ku ji bilî danûstandina Sûrî-Sûrî aloziya Sûriyê çareser nabe. " 

Girêdayî rêgeza ku MSD'ê li ser dimeşe Mirî El-Şiblî wiha got:"Rêgeza ku MSD'ê li ser dimeşe xuyaye û me berhemên tecrubeya xwe di avakirina Rêveberiyên Xweser de berhev kir û têgeha ku gel xizmetkarê xwe ye li herêmê belav kir."

Di berdewama gotinên xwe de El-Şiblî  destnîşan kir ku meclisê bi armanca bi dawîkirina şer û destpêkirina amadekirina destûra Sûriyê gelek hewldan kiriye û bi bîr xist ku aliyên aloziyê ku xwe bi navê opozîsyonê bi nav dikin ji ber ku ajandeyên derve ne, ev hewldanên wan asteng dike û ev yek jî cihê mixabiniyê ye.

El-Şiblî wiha domand:"Em wek gelê Sûriyê dizanin çawa êş û birînên xwe derman bikin. Diyaloga ku em pê bang dikin, danûstandinek niştimanî û giştî ye."

Mirî El-Şiblî di dawiya axaftinên xwe de got:"Divê destûra Sûriyê ya nû li gorî hêviyê gelê Sûriyê û pêşeroja wê be. 7 sal têrê dike ku em aloziyê derbas bikin û li ser rêyek siyasî ku ji hêla gelê Sûriyê ve li ser xaka Sûriyê hatiye xêzkirin, bighêjin welatekî azad. Em hewl didin Sûriye bikin welatekî demokratîk û pirrengî ku rumeta hemûyan diparêze."

(şx)

ANHA