Li derdora nexweşxaneya Hecînê şer giran e

Li derdora nexweşxaneya bajaroka Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin.

Li derdora nexweşxaneya Hecînê şer giran e
Li derdora nexweşxaneya Hecînê şer giran e
Li derdora nexweşxaneya Hecînê şer giran e
Li derdora nexweşxaneya Hecînê şer giran e
10 kanûn, 2018   22:28

DÊRAZOR

Çavkaniyekî QSD‘ê diyar kir ku li derdora nexweşxaneya bajaroka Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ‘ê de diqewimin û şervanên QSD‘ê pêş de diçin.

Li gorî çavkaniyan, di şer de bi kêmanî 50 çete hatin kuştin û erebeyeke doçka li ser a çeteyên DAIŞ‘ê hate teqandin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyên hewl dan bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî nuqteyên şervanên bikin lê êrîşên wan beriya bighêjin armancên xwe ji aliyê şervanan hatin şkandin.

Tîmên taybet ên rakirina mayînan 15 mayînên li herêmê bê bandorkirin.

ANHA