Balafirên artêşa dagirker herêma Metînayê bombebaran kir

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 6'ê Kanûnê bombe li girê Zendûra yê herêma Metînayê barandiye û ti ziyan negihiştiye hêzên wan.

Balafirên artêşa dagirker herêma Metînayê bombebaran kir
10 kanûn, 2018   12:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk agahî da.

Li gorî daxuyaniyê, 6'ê Kanûnê saet 10'an, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li girê Zendûra yê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihiştiye hêzên me."