Neteweyên Yekbûyî: Bila Hûsî ji El-Hudeydayê derkevin

Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya hevpeymana agirbestê de, pêşniyar kir ku hêzên Hûsiyan ji bajarê El-Hudeyda derkevin.

Neteweyên Yekbûyî: Bila Hûsî ji El-Hudeydayê derkevin
10 kanûn, 2018   13:05

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku Neteweyên Yebûyî (NY) pêşniyar kiriye ku di çarçoveya hevpeymana agirbestê de hêzên Hûsiyan ji bajarê El-Hudeyda yê Yemenê derkevin û destnîşan kir ku ev hevpeyman dê bajarê El-Hudeyda bixe bin fermandariyeke hevpar.

Li gorî ajansê, wesîqeya ku jê hatiye teqezkirin, ji aliyê şandeya hikumeta Yemenê ve di danûstandinên NY’yê li Siwêdayê de wiha hatiye gotin: "Koalîsyona leşkerî bi serkêşiya Siûdiyê ku şerê Hûsiyan dike, dê hemû çalakiyên li bajarê ku milîs kontrol dikin rawestîne, eger Hûsî ji bajêr derkevin."

Di wesîqeyê de, dê herêm bikeve bin fermandariya komîteya hevpar û NY berpirsyariya wê dike.

(jo)