‘Em ê çalakiyên piştgiriya Leyla Guven bidomînin‘

Jinên navçeya Girkê Legê ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbûn, destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovahî, demokrasî û fikrên azadiyê tune bike û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku xwesteka Leyla Guven pêk bînin û gotin "Em hemû Leyla ne".

‘Em ê çalakiyên piştgiriya Leyla Guven bidomînin‘
10 kanûn, 2018   12:40

QAMIŞLO

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca destekdayîna hevseroka KCD`ê û parlamentera bajarê Culemergê ya bakurê Kurdistanê 125 kesan dest bi greva birçûnê kir. Çalakiya greva birçîbûnê li navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) a navçeya Girkê Legê hate lidarxistin. Çalakiyê du rojan dewam kir.

Kesên ku tev li çalakiya greva birçîbûnê bûbûn, got ew destekê didin Leyla Guven û çalakiya wê ya bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Fûad Sadî got armanca Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku neteweya demokratîk, azadî û pîvanên jiyana hevbeş pêk were. Her wiha destnîşan kir ku ev yek ne li gorî dewleta Tirk a dagirker e, ji ber ku hewl dide mirovahî, demokrasî û fikrên azad tune bike.  

Sadî tekez kir ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê berdewam bikin û diyar kir ku armanca wan ku çand û zimanê xwe Ii ser axa xwe bi kar bînin û ev yek bi şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên dîrokî dê pêk were. Sadî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz bike û wiha bi dawî kir: "Armanca hikumeta Tirkiyeyê ew e ku mirovahî û demokrasiyê tune bike. Em bang li hemû rêxistinên navdewletî dikin ku helwestên xwe diyar bikin, xwestekên Leyla Guven pêk bînin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin."

Her wiha Kerîma Sîfo bang li hemû şêniyên kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide gel dûrî rêya Ocalan bixin û wiha pê de çû: "Rêberê me rêya azadiyê ji me re diyar kir. Ew e yê ku dengê me gihand hemû cîhanê. Em hemû destek didin berxwedana Leyla Guven  ku di girtîgha hikumeta Tirkiyeyê de li ber xwe dide."

Her wiha Xaliya Selma kiryarên dewleta Tirk a dagirker li girtîgeha Îmraliyê şermezar kirin û diyar kir ku hikumeta Tirk nahêle parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Ocalan hevdîtinê bi wî re pêk bînin û wiha got: "Bila hemû cîhan bizane ku em hemû Leyla Guven in. Em ê heta pêkanîna xwestekên wê bi wê re bin da ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe."

(bx)

ANHA