Çeteyên dewleta Tirk îşkenceyên xwe li ser sivîlan didomînin

Li herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, roj bi roj rewşa ewlehiyê xerabtir dibe. Li parêzgeha Idlibê welatiyek ji aliyê çeteyên dagirker ve hate îşkencekirin.

Çeteyên dewleta Tirk îşkenceyên xwe li ser sivîlan didomînin
10 kanûn, 2018   12:34

ŞEHBA

Artêşa Tirk herêmên bakurê Sûriyê Bab, Cerablus, Ezaz, Darit Eze û parêzgeha Idlibê û kantona Efrînê dagir kirine. Ev herêm rojane rastî kiryarên wekî kuştin, revandin û îşkenceyê tên.

Di hin dîmenan de ku di torên civakî de hatine belavkirin, welatiyê bi navê Mekne Ebo Fûad ê ji bajarokê Misîbîn ê herêma Erîha, bi kehrebê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve îşkence lê tê kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku welatî xwediyê kargeha behsê ye, çeteyan êrîşî cihê karê wî kir û beriya çend rojan ew revand û îşkence lê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê welatiyekî din ê bi navê Merwan Hemadî ji Idlibê piştî îşkencekirinê û qutkirina organên laşê wî, ew kuşt.

(jo)

ANHA