Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin

Bi însiyatîfa Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk, li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê dest pê kir.

Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin
Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin
Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin
Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin
Komcivîna çandî ya jinên ciwan li ser asta Sûriyê tê lidarxistin
10 kanûn, 2018   11:54

HESEKÊ

Komcivîn li xwaringeha El-Nuxbe ya taxa El-Eziziyê ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna 200 jinên ciwan ji herêmên cuda yên Sûriyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer, seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed û hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo tê lidarxistin.

Li salona komcivînê, wêneyên jinên têkoşer ku ji bo mafên jinan têkoşîn kirine, pankartên “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin”, “Ger jin rizgar nebe, civak jî rizgar nabe” hatin daliqandin.

Di komcivînê de ku dê heta saetên êvarê dewam bike, dê der barê mijara ‘jinan û çandê’ de nîqaş werin kirin.

Ji rêveberên Meclisa Sûriya Demokratîk Rena Ehmed axivî û behsa girîngiya komcivînê û rola jinan di parastina çanda xwe de kir. Emîne Umer da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşê de gelekî bi pêş ketin û ji adet û kevneşopiyên paşverû xilas bûn. Sîham Qeryo jî axivî û da zanîn ku jinên Bakurê Sûriyê ji hemû cîhanê re îsbat kir ku ew nimûneya jinên azad in.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Sumeye Mihemed jî lidarxistina komcivînê pîroz kir û hêvî kir ku jinên ciwan zêdetir xwe bi pêş bixin û serkeftinên nû bi dest ve bînin.

Komcivîn dewam dike.

(kc)

ANHA