Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civînek ji şêniyên gundê Cib Hemza re li dar xist û pêşketinên dawî  ên li herêmê tê de hatin nîqaşkirin.

Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
Di civîna gundê Cib Hemza de pêşketinên dawî  hatin nîqaşkirin
10 kanûn, 2018   11:06

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civînek ji şêniyên gundê Cib Hemza re ku 15 km li başûrê bajarê Minbicê ye, li dar xist da ku pêşketinên siyasî li qada Sûriyê bi şêniyan re şîrove bike.

Di civînê de bi dehan endamên komîte, saziyên sivîl û leşkerî û bi sedan şêniyên gundê girêdayî xeta El-Mihteriq, her wiha berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Minbicê Nezîfe Xelo û endamê Buroya Rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen, amade bûn.

Di civînê de Cahid Hesen li ser pêşketinên dawî  ên li herêmê axivî û wiha got: "Rûsya û Îran niha ji hev cuda ne û rêjîma Sûriyê naxwaze her du hêz li ser hesabê hev bimînin. Ev yek jî yek ji mezintirîn pirsgirkên li Sûriyê ye."

Her wiha li ser meseleya Idlibê jî wiha got: "Wekî Xûta û Efrînê ku her du jî rastî felaketan der heqê mirovahiyê de hatin, ev yek jî ne pirsgirêk bû ji dewletên cîhanê re! Niha jî dema ku meseleya Idlibê vedibe, dewlet disekinin û ji bo felaketê hişyar dikin. Mesele xuya ye; Tirkiye bi awayekî rasterast bi çeteyên li Idlibê gefan li dewletên Ewropayê dixwe."

Paşê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û destnîşan kir ku bajarê Minbicê ne tenê li Bakurê Sûriyê, ew bûye mijareke sereke ya hemû Sûriyê û wiha got:"Ew yek jî ji ber pêngavên ku hatin avêtin, hevgirtina gelan û saziyan bi hev re, Minbic gihaşt vê astê. Kar nasekine, ew ê dewam bike ku xizmeta li Minbicê bigihîje asta herî jor."

Li ser pirsên hin beşdaran, berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş teqez kir ku parastina bajarê Minbicê yek ji erkên wan ên sereke ye. Derwîş destnîşan kir ku rewşa heyî divê bi hevkariya gel a Meclisa Leşkerî ya Minbicê bê derbaskirin.

Şervan Derwîş destnîşan kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dike, piştî bidawîkirina şerê DAIŞ`ê, li ser milê meclisê dikeve ku erka wan giran dibe û ev yek divê hîna bêhtir hêzên xwe xurt bikin.

Civînê bi nîqaş û pirs û bersivan berdewam kir.

(jo)

ANHA