Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin

Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya ku gelek welatan îmze nekiriye, di civîna li bajarê Marakeşê ya Fasê de hate qebûlkirin.

Pakta Koçberan a Neteweyên Yekbûyî hate qebûlkirin
10 kanûn, 2018   10:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên 150 welatan tevlî civîna li Marakeşê bûn. Pakta Global a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşengtiya wê dike, ligel nerazîbûnên nîjadperest û kesên dijberî koçberan, bi tevlêbûna  164 dewletan hate qebûlkirin.

Li gorî agahiyên NY a ku li Marakeşê diyar kiriye, armanca wan ew e ku ‘ji bo koçberiyeke ewle û bi pergal’ hewl didin hevgirtina navneteweyî xurt bikin.

Tê diyarkirin ku dengdana teqez ew ê di 19’ê Kanûnê de li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de were kirin.

Pakta Koçberan hê jî li ser wê nîqaş tên kirin. 15 welatan xwe ji peymanê vekişandin an jî biryarên xwe dan sekinandin.