‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’

Di merasîma sersaxiya têkoşer Taha Kito de, axêveran tekez kir ku şehîd bi xwîna xwe dîroka azadiyê dinivîsin û Efrîn bi saya keda şehîdan dê ji dagirkeriya Tirk bê rizgarkirin.

‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
‘Bi têkoşîna şehîdan û Berxwedana Serdemê em ê Efrînê rizgar bikin’
10 kanûn, 2018   10:13

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên kantona Efrînê di bin konê sersaxiyê yê têkoşerê Yekîneyên Paristina Gel (YPG) Taha (Taha Kito) de amade bûn. Taha Kito 6‘ê Kanûnê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû.

Meclîsa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li ber mala têkoşer li gundê Bênê yê navçeya Şêrawa vegirt.

Ji bo sersaxiya malbata şehîd Taha bi sedan şêniyên navçeya Şêrawa, şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifatê û rêveber û endamên saziyên sivîl ên Efrînê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn. Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê û alên YPG û YPJ`ê hate xemilandin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Reşîd Fetko, endama Koordînasyona Kongreya Star ya navçeya Şêrawa Evîn Qitrano, endama rêveberiya Meclisa TEVDEM‘ê ya navçeya Şêrawa Esmehan Hesen, berdevka Buroya Têkiliyên Jinan a Efrîn û Şehbayê Zeyneb Qenber, cîgirê hevserokê meclisa navçeya Til Rifatê Fexrî Siltan û Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Til Rifatê Reyhan Elo ve hatin kirin.

Axêveran got berxwedana ku şêniyên Efrînê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daye meşandin bi saya tekoşîna şahîdan e, ji ber ku şehîd pêşeng in û Efrîn dê bi giyanê şehîdên Berxwedana Serdemê bê rizgarkirin.

Di axaftinan de hate gotin ku şêniyên Efrînê xwedî maf in û xwediyên wê xakê ne û dikarin Efrînê rizgar bikin, Efrîn a efrîniyan û ya şehîdan e, ne ya dagirkerên Tirk e.

Piştî bidawîkirina axaftinan, wesîqeta şehadetê ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Dîldar Îsa ve hate xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(ekîb)