Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî tecrîdê daketin qadan

Bi sedan Kurdistaniyên li paytaxa Lubnan, Beyrûtê bi meşekê banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anîn ziman.

Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî tecrîdê daketin qadan
Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî tecrîdê daketin qadan
Kurdistaniyên li Lubnanê li dijî tecrîdê daketin qadan
9 kanûn, 2018   18:47

BEYRÛT

Rêxistina Kongreya Star bi hevkariya Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, her wiha ji bo piştgiriya çalakiya gireva birçîbûnê ya Leyla Guven meşek lidar xist.

Bi sedan kurdên li Beyrûtê jiyan dikin tev li meşê bûn. Meşvanan wêneyên Ocalan û Leyla Guven hilda bûn û ji Qada Bişara El-Xûrî ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ya herêma Riyad El-Silih be dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmeyên azadiya Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk dihatin qîrkirin.

Meşvanan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rawestiyan, li vir deqeyek rêz hate girin, paşê daxuyaniyekê bi navê Kongreya Star û Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî ji hêla endama Kongreya Star Selma Îbarhîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "19 sal derbas bûn û tevahî cîhan li hemberî komploya navdewletî ya herî qirêj bêdeng e ku projeya aştî û demokrasiyê li herêmê kir hedef. Tayên komploya qirêj dema ku gelek dewletên cîhanî û herêmî û îstîxbaratên navdewletî  rêber, mîmarê kurd ê qehreman Abdullah Ocalan girtin û radestî hikûmeta Tirkiyê kirin derket. Ji aliyê xwe ve hikûmeta Tirkiyê ew xistin girava tekekesî li deryaya Mermerayê û ji cîhanê re ragihîne ku rêzgehên mirovahî û exlaqî winda bûn.

Dewleta Tirk a faşîzm bi serkêşiya APK‘ê her tim hewl dide serdema Osmaniyan û zêdegaviyên wê yên li dijî mafê mirovan û qirkirin û pişaftina gel û kêmnetewan vegerînin. Wekî berdewama van polîtîkeyan tecrîdeke girankirî û pilankirî li dijiî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, her wiha hevdîtina malbat û parêzeran qedexe kirin û rewşa wî ya tenduristî vedişêre.

Civaka navdewletî, rêxistinên mafê mirovan û desteya Neteweyên Yekbûyî ji xeteriyên ku rastî vê mîmarê leheng û alîgirê aştiyê li cîhanê were berpirsyar e.  Me hêvî kir ku raya giştî ya cîhanî ji binpêkirinên Tirkiyê yên ji nirxên mafê mirovan xwedî helwest be, lê mixabin hemû ji vê yekê kor û lal in, mîna ku hemû li ser vê trajîdyaya di dîroka mirovahiyê de li hev kirine.

Li ser vê yekê em sûcên dewleta Tirk a faşîzm li dijî gelê Kurd û rêberê wî Ocalan şermezar dikin û bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku di zûtirîn demê de wî serbest berdin, her wiha zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku doza kurdî bi awayekî adil û demokratîk çareser bike da ku rê li ber rihandina xwîna gelê bê girtin.

Di heman demê de em her cûre tundiya li ser jinan şermezar dikin û bang li jinan dikin ku li derdora felsefeya Ocalan a ku banga azadiya jinan û avakirina civakeke adil dikin, kom bibin."

Piştî xwedina daxuyaniyê dirûşmeyê "Kujer Erdogan" hatin berzikirin.

ANHA