Li eniya Hecînê 200 sivîlên din ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 200 sivîlên din rizgar kirin.

Li eniya Hecînê 200 sivîlên din ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin
9 kanûn, 2018   17:02

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê pêşdeçûnên xwe yên li eniya Hecînê didomînin û sivîlên ku çeteyan wan wekî mertalên zindî bi kar tînin rizgar dikin û dibin cihên bi ewle.

Çakvaniyê leşkerî diyar kir ku şervanên QSD‘ê îro li eniya Hecînê 200 sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û birin cihên bi ewle.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk beriya çend rojan ji bo rizgarkirina sivîlên ku çeteyan DAIŞ‘ê wan wekî mertalên zinadî bi kar tînin bi çalakiyeke bi bandor kerîdoreke ewlehiyê vekiribûn. Şervanên QSD‘ê heman bêje rojane bi sedan sivîlên Dêrazorê ji çeteyan rizgar dikin û wan dişînin cihên bi ewle, her wiha pêwîstiyên wan bi cih tînin.

ANHA