Rêveberiya Xweser buhayê gumrikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayê gumrikê yê hemû rêveberiyên gumrikên herêmê kirin yek.

Rêveberiya Xweser buhayê gumrikê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek
9 kanûn, 2018   13:35

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li navenda desteyên Rêveberiya Xweser li navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebdil El-Mihabaş, hevserokên Desteya Aborî Welat Hac Elî û Selwa Seîd, nûnerên gumrikan di Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî.

Di destpêka civînê de nûnerên rêvberiyên gumrika Meclisa Rêveber li ser rewşa gumrikan û deriyên sînor û pirsgirêkên li pêşiya wan derdikevin nîqaş kirin, her wiha pêşniyarên çareseriyê ji aliyê beşdaran ve hatin kirin.

Meclisa Rêveber ji hemû rêveberên gumrikan di Rêveberiya Xweser û Sivîl de xwest ku mekanîzmayeke hêsaniyê ji bo bazirganên ku bazirganiyê li derve û hundir dikin, bikin. Ji ber ku ev yek geşbûna bazirganiya li herêmê çêdike.

Meclisa Rêveber diyar kir ku divê buhayê gumrikê li hemû rêveberiyên gumrikan bibe yek û  baca li ser welatiyan kêm bikin.Her wiha komîteyek 7 kesan ji rêveberiyên gumrikan hate avakirin ku sîstema hundirîn a gumrikê çêkin da ku li gorî wê kar bê kirin.

Di dawiya civînê de, beşdaran roja civîna mehane ya nûnerên rêveberiya gumrikan bi desteya aborî re ji bo hevkariyê û berdewama kar, diyar kir.

(jo)

ANHA