'Şanoya Ewlekariyê' li bakurê Sûriyê bi erêkirina Qeyser û pêkanîna Sultan -2

Tevgera Tirkiyê, ya li herêmên ku dagirkiriye, ji bo Sûriyê ti carî ne mizgîniya xêrê ye. Tişta ku nîşan dide, guhertina jiyana giştî herêmê ye û amadekariya wergirtina beşekî din a Sûriyê ye. Bi vê tevgerê Tirkiye hewldide ku li perçeyek axa din nexşeya xwe zêde bike. Ev tevgera Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye û bi destpêkirina êrîşa “Mertala Firatê” rasterast destwerdana herêmê kir da ku pilanên xwe pêk bîne.

'Şanoya Ewlekariyê' li bakurê Sûriyê bi erêkirina Qeyser û pêkanîna Sultan -2
9 kanûn, 2018   05:20

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJ MÛSA

Ber bi parçekirin.. guhertinên berfireh li herêmên dagirkirî

Qaşo “Hemleya ewlekariyê” ya ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li herêma Efrînê dane destpêkirin li rex gelek guhertinan pêk hat. Rojnameya Yenî Şefeq di raporeke xwe de ragihand ku hikûmeta Tirkiyê amadekariya gelek projeyan di aliyên tunduristî, bazirganî, veguhestin, perwedehî û rêveberiya hundirîn de li herêma ji Cerablûs heta Idlibê dike.

Di aliyê hundirîn de jî Erdogan hin guhertin pêk anîn. Di 10’ê tebaxa borî de serokê karîgeriya giştî ya karûbarên ewlehiyê Qaral Oglû ku yek ji hevkarên dagirkeriya Tirkiyê ne, li herêmên dagirkirî hin guhertin pêk anîn. Gelek rayedarên wîlayetên Tirkiyê yên li nêzî sînorê bi Sûriyê re hatin guhertin û bi taybet wîlayetên li hemberî herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne ku Tirkiyê dixwest êrîşeke xwe li dijî van herêman pêk bîne.

Beriya çalakiya ewlekariyê ya li Efrînê di navbera Wezîrê Karê Hundirîn ê Tirkiyê, rayedarên Istixbaratê, Walî û ewlekaran de civînek hate lidarxistin da ku perspektîfên nû yên girêdayî mijara birêvebirina herêmên dagirkirî werbigirin.

Şandina hêzên taybet ên girêdayî cendermeyên Tirkiyê JOH ji Efrînê re û veguhertina dibistanan bi baregehên leşkerî nîşana pilaneke Tirkiyê ya dema nêzîk e.

Di nirxandineke helwesta çapemenî ya hikûmeta Tirkiyê de diyar dibe ku çawa helwesta li hemberî tabûran hatiye guhertin û êdî hin tabûrên ku alîkariya xwe ji Tirkiyê werdigirtin bi temamî hatiye guhertin. Di rapora ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê der barê destdirêjiyên li Efrînê de hatine weşandin ku beriya wê ti carî behsa van destdirêjiyan nehatine kirin derexlaqiyeke çapemeniyê nîşan dide.

Şerê Ereb û Turkmenan tê derengxistin ku dîroka wan bi şer dagirtî ye

Tirkiye hewl dide fektora Turkmen li van herêmên ku dagirkirine li ser hesabê pêkhateyên Kurd û Ereb xurt bike. Hin kesên Kurd yên ku hevkariya dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê kirine, piştî ku sûd jê hatin wergirtin di bin hincetên cûda de piranî ji wan hatin girtin. Heta di “çalakiya ewlekariyê” de jî mijar eşkere bû ku di navbera Ereb û Turkmenan de ye ev tişt pêkhatiye.

Tabûra El-Hemze xwedî çekên Amerîkî yên baş e. Ji ber ku piraniya endamên wê ji aliyê hêzên Amerîka va hatine perwedekirin û evan çek di dagirkirina Efrînê de jî bikar anîn û ev sedemeke dijberiya di navbera El-Şerqiyê û El-Hemzat de ye. Sedema wê jî ewe ku ku El-Şerqiyê dijberiya Amerîka dike.

Tirkiye her wiha xwest ji buyerên li bajarê Bab’ê ku ya ku di encama nakokiya ku di navbera du malbatan de derketibû de sûd werbigire û hewl dide di navbera pêkhateyên herêmê de tevliheviyan derbixîne. Komên çete ji ber sedemên cûda gelek caran şerê hevûdu dikin.

Qurbaniyên van şerê çeteyan jî her tim welatiyên sivîl in. di pevçûnên dawî yên li bajarê Efrînê de malên welatiyan hatin topbarankirin û di encamê de gelek welatî hatin kuştin û birîndar bûn. Lê van kesan ji ber dijwariya şer nehatin dermankirin.

El-Şerqiyê û karta Tirkiyê ya şewitî

El-Şerqiyê ji gelek koman pêk tê. Yek ji wan bi navê Şuheda El-Şerqiyê ye û li rex malbatên çeteyên xwe ji Efrînê ber bi gundên Cindirêsê ve hatine derxistin. Lê koma mezin di nava wê de Ehrar El-Şerqiyê ye û beşekî mezin ji bajarê Babê di bin serweriya wê de ye û nêzî 4000 endamên wê hene û xwedî çekên giran e.

Di nava van tabûran û Cebhet El-Nusra û Cund El-Eqsa de têkliyên baş hene ji ber di sala 2012 û 2013'an li Dêrazorê yek tabûr bûn. Ev tabûr jî herî radîkal tê nasîn û li ser lewheya di despêka ketina bajarê Cindirêsê nivîsandine "Dêrazorê pêşwaziya we dike" û nîşan didin ku ew ji vir dernakevin.

Tirkiye bi tunekirina çeteyên xwe Rûsya dide razîkirin

Di meha Gulanê de ajansa me ANHA'yê dosyek di bin navê "Tirkiye ji bueyrên Babê sûd werdigire û demografiya Efrînê bêdeng tê guhertin" de me behsa buyerên li Babê kir ku me behsa çalakiyên Tirkiyê ya tunekirina hin tabûran kir û ev mijar bi rastî piştî ku me dosya xwe weşand bi 6 mehan pêk hat.

Di beşê dueymîn a heman dosyê de me diyar kir ku Tirkiye dê şerê aliyê serkeftî bike da ku karibe serweriya xwe li ser hemû tabûran ferz bike.

Di gulanê de hevpeymaneke Tirkiye û Rûsya pêk hat ku Rûsya û Tirkiye xalên xwe yên çavdêriyê li seranserî eniyên bi rêjîma Sûriyê re ava bikin û Tirkiye di vê mijarê de jî dixwaze Rûsya razîbike. Sedema wê jî ewe ku karibe herêmeke bêçek bi hevkariya Rûsyayê ava bike.

Gumanên me di cih de bûn: Tirkiye Ehrar El-Şerqiyê tune dike

Di wê demê de, me di beşê duyemîn a heman dosyê de xwe spart çavkaniyekî ji hundirê bajarê Çoban Beg (El-Rahî) diyar kir ku artêşa Tirk bi hevkariya çeteyên xwe yên Turkmen hewl dide El-Şerqiyê bi temamî tune bike.

Rêbazên tunekirinê dibe ku cûda bin ku Tirkiye El-Şeqiyê hêdî hêdî parçe dike û dibe hin tabûrên din ên Sunnî di nava çalakiya tunekirina El-Şerqiyê de bin. Tunekirina hin ji van tabûran dikeve berjewendiya Rûsya û di heman demê de dikeve berjewendiya Tirkiyê jî.

Tirkiye kaxeza El-Şerqiyê bi dawî nake û dê di çalakiyên xwe yên nû de bikar bîne. Nemaze helwesta wê ya li dijî herêmên rojhilatê Firatê  û weke çete li ba xwe bihêle û dema pêwîst ji xwe re bikar bîne.

ANHA