Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin

Şêniyên Helebê bi şahiyekê salvegera sêyemîn a damezrandina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pîroz kirin.

Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
Li Helebê salvegera damezrandina MSD‘ê hat pîrozkirin
8 kanûn, 2018   18:26

HELEB

Buroya  Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Helebê bi wesîleya salvegera 3‘yemîn a damezrandina meclisê şahiyek li dar xist.

Şahî li hola Efrîn a taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi dehan şêniyên taxê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê belgefîlmeke li ser çalakiyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate pêşandan.

Bi navê MSD‘ê, PYD‘ê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê û bi navê pêkhateyê Suryan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de salvegera damezrandina MSD‘ê hate pîrozkirin û hate gotin ku MSD‘ê tekane hêza avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî ye û ev meclis ji bo parastina gelê Sûriyeyê de hate avakirin di demekê de ku hêzên deve hewl didin erdîngariya Sûriyê parçe bikin. Her wiha hate gotin ku MSD‘ê roleke mezin di xurtkirina biratiya gelan de lîst.

Her wiha hate gotin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk şerê li hemberî terorê didomîne û dê tevahî xaka Sûriyeyê ji dagirkeran rizgar bike.

Piştî axaftinan koma Çiyayê Hawarê stranên xwe gotin, her wiha koma Kulîlkên Azadiyê ya navenda Cemîl Horo dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

ANHA