ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.12.2018
9 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Li bajarê Qamişlo ji bo fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Ûbeyd (Ebû Seyah) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû konê sersaxiyê li taxa Hilêliyê tê venda, saet 10:00. Ji bo şervanê Taha Keto konê sersaxiyê li gundê Bînê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê tê vedan, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê komcivîna navdewletî ya der barê qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Efrînê de wekî gaveke girîng ber bi rizgarkirina Efrînê û tevahî Sûriyeyê ve pênase kirin û gotin ku komcivîn siyasetên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê teşhîr kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got, wê herî zêde di 10 rojan de rêziknameyên dest û komîteyên girêdayî rêveberiyê amade bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Di vê hefteyê de tevgereke navdewletî û herêmî der barê dosyaya Sûriyê de rû da, Washingon binkeftina "grantorên Astanayê" rexe dike û hêvî dike ku beriya dawiya salê stratejiya çareseriyê were peydakirin. Li Iraqê jî ji ber nakokiyên li ser saziyên ewlehiyê avakirina hikûmeta nû tê astengkirin, her wiha gefên Îsraîlê yên li Lubnanê berdewam in. (BI WÊNE).

DOSYA

- Tevgera Tirkiyê, ya li herêmên ku dagirkiriye, ji bo Sûriyê ti carî ne mizgîniya xêrê ye. Tişta ku nîşan dide, guhertina jiyana giştî herêmê ye û amadekariya wergirtina beşekî din a Sûriyê ye. Bi vê tevgerê Tirkiye hewldide ku li perçeyek axa din nexşeya xwe zêde bike. Ev tevgera Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve ye û bi destpêkirina êrîşa “Mertala Firatê” rasterast destwerdana herêmê kir da ku pilanên xwe pêk bîne. Nemaze piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) piraniya komên terorîst ku alîkariya xwe ji Tirkiyê werdigirtin û DAIŞ'ê tune kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê li kampa Serdem a Şehbayê pêşangehek wênesaziyan ku bi destê zarokan hatine xêzkirin vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xelîl Hisên 14 salî ye ku ji zarokên gundê Remadana yên girêdayî navçeya Şiyê bi helbestên xwe bedewbûna xwazaya Efrînê vedibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêxistina Kongreay Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven  girava birçîbûnê dest pê dike. Saet 10:00. Bi heman armancê Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a çalakiyê li navenda Weqfeya Jin dest pê dike, çalakî 3 rojan berdewam dike, saet 11:00. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nesrîn Cafo ya 41 salî dayika pênc keç û zarokekî ye, piştî ku xwendina xwe terik dike ji dayika xwe fêrî dirûtinkariyê dibe û di du mehan de bi pêş dikeve. Dayika Nesrîn di dema êrîşên li ser taxê de bi şêniyan re dibû alîkar û pêwîstiyên wan bi cih di anîn. BI WÊNE Û DÎMEN).

Mala Jin a Kantona Girê Spî ji bo perwerdekirina jinan û çareserkirina bê navber dixebite. Li gorî rêveberan di demên dawî de hejmara pirsgirêkên ku têne navendê kêm bûn. BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Tevî derfetên kêm nexweşxaneya Avrîn rojane xebatên tenduristiyê ji sedan welatiyan re pêşkêş dike. BI WÊNE Û DÎMEN).

- Axa gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê ji bo çandiniyê guncaw e, ji ber vê yekê gelek berhem têne çandin, rexmî şer û dorpêça bi salan li ser vê herêmê rû dane jî beşê çandiniyê heya radeyek pêş ket. BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ev du sal in koçberên li kampên Minbicê di nava şert û mercên zehmet de roja xwe derbas dikin, koçberên ku ji sozên rêxistinên mirovî bê hêvî mane hewl didin rêbazên din bi kar bînin da ku rewşa kampê baştir bikin. BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA