Çîroka Hudayê azarên jinan ên di dema DAIŞ'ê de derpêş dike

Huda El-Hesen ji şêniyên Dêrazorê ye û di encama teqîneke li nêzî mala wê de çavê xwe winda kiriye. Çîroka Hudayê azarên jinan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de û binpêkirinên wan der heqê şêniyan de eşkere dike. Tunebûna bijîşkan azarên wê zêdetir kirin. Huda bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariya wê bikin.

Çîroka Hudayê azarên jinan ên di dema DAIŞ'ê de derpêş dike
8 kanûn, 2018   07:19

FADÎ FARÛQ - BETÛL EL-ŞÊX / DÊRAZOR

Di dirêjahiya aloziya Sûriyê û dema dagirkirina xaka Sûriyeyê de ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve, şêniyên herêmê rastî gelek binpêkirin û azaran hatine. Di her malekê de çîrokek êşbar û xemginiyê heye. Çîroka Huda El-Hesen yek ji hezaran çîrokên şêniyên bajarê Dêrazorê ye.

Huda 18 salî ye û ji şêniyên gundê El-Seiwa yê gundewarê Dêrazorê ye. Malbata Huda ji 10 endaman pêk tê. Huda di encama teqînekê de ku li nêzî mala wan pêk hatiye, çavê xwe winda kiriye û ji ber tunebûna bijîşkan û kadroyên tenduristiyê  û ji ber binpêkirinên DAIŞ'ê azarên wê zêdetir bûne. Niha rûyê Hudayê çelexwarî bûye û bûye qurbaniyeke çeteyên DAIŞ'ê.

Bi paşguhkirina rêxistinên mirovî re rewşa Hudayê her ku diçe xirabtir dibe. Huda serpêhatiya xwe ji ajansa me re parve kir û wiha got: "Tevî malbata xwe ez li malê rûniştibûm, dema dengê teqînê hat, hema yekser ez çûm derve binêrim ka çi qewimî. Lê min tiştek ji bilî tozê nedît û tenê dengê cîranan hat guhê min ku ji min re dibêjin ku parçeyek ji teqînê derbasî çavê min bûye."

Huda wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê dema li herêmê bûn, destûr nedidan kadroyên tenduristiyê bixebitin. Her wiha derketina şêniyan derveyî herêmê bi armanca dermankirinê qedexe dikirin. Ji ber wê ez wisa mam û derdora çavê min çelexwarî bû."

Huda bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa wê di ber çavan re derbas bikin û alîkariya wê bikin.

Ji aliyê xwe ve  xwişka Hudayê Firyal El-Hesen destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê herêm wêran kir û şênî ji bicihanîna jiyana xwe ya asayî bê par hiştin û diyar kir ku çîroka xwişka wê, yek ji hezaran çîrokên êşkişandinê yên şêniyên herêmê ye.

(şx)

ANHA