Derhênerê Kurd Zebîhî di qezayê de jiyana xwe ji dest da

Derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî duh êvarî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de li gel birayê xwe jiyana xwe ji dest da. Li ser buyera trafîkê guman hene.

Derhênerê Kurd Zebîhî di qezayê de jiyana xwe ji dest da
8 kanûn, 2018   07:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Nêzero ya bajarê Bane yêr Rojhilatê Kurdistanê wezayîta derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî qelibî û agirî girtê. Di qezayê de herduyan jiyana xwe ji dest dan.

Li Rojhilatê Kurdistanê gelek malperên Kurdî û hevrêyên Zehîbî li ser torên xwe yên civakî aşkere kirine ku cenaze şewîtiye û cenazeyên Rehîm Zebîhî û birayê wî di wesayîtê de dîtine. Herwiha destnîşan kirine ku gumana bi zanabûn herdu kuştibîn bi hêz dibe.

Rahîm li bajarê Bane yê ji dayik bûye. Yek ji sînemakarên bi hêz ê Kurd e. Heta niha kurtefilmên weke Hawar, Satalayt, Bidawîbûna Şer, Ew Zilamê çûbû Seyranê, Terorîstek Dadikeve, Roja Dawî, Stres, Semaya Rengan, Welatê Efsanê çêkirine. Herwiha filmên wî di gelek festîvalên sînemayî yên cîhanê û herêmî de hatine pêşandan û xelatkirin.