Şervanekî Cebhet El-Ekrad rastiya çeteyan eşkere dike                 

Şervanê Cebhet El-Ekrad Murşid Reco dema di nava komên çete de mabû, di êrîşên li dijî Helebê de beşdar bûbû. Murşid jiyana xwe ya di nava çeteyan de, rastiya wan û çawa ku fermanan didin, parve dike.

Şervanekî Cebhet El-Ekrad rastiya çeteyan eşkere dike                 
8 kanûn, 2018   07:28

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Murşid Reco 27 salî ye, ji herêma Babê ya kantona Şehbayê ye û kurekî wî heye. Ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ‘ê ji mala xwe derdikeve û diçe Helebê. Murşid wiha dibêje: "Ez û malbata xwe li bajarê Bizrayê yê girêdayî herêma Babê diman, çeteyên DAIŞ sala 2013‘an herêma me dagir kir, me ji hovîtiya wan tehemul nedikir, lewre em derketin û me berê xwe da Helebê."

Murşid li Helebê çeteyên hin endamên koma Sultan Mûrad nas dike û biryara tevlêbûna nava refên wan dide û wiha parve dike: "Wan kesan digotin armanca wan mafê gel vegerînin û aramiyê pêk bînin. Ji ber ku me gelek azar li ber destê çeteyên DAIŞ‘ê dît, min biryar da ku tev li wan bibim. Li aliyekî din jî ji bo ku malbata xwe biparêzim."

Rastiya çeteyan nas dike

Murşid dibêje roj bi roj astiya çeteyên Sultam Mûrad eşkere dibû û wiha tîne ziman: "Hemû îdiayên wan derew bûn, armanca wan tenê ciwanan tev li xwe bikin. Tu ferq û cudahî di navbera Sultan Mûrad û çeteyên DAIŞ‘ê de nîn e, ew jî mîna DAIŞ‘ê dikujin û talan dikin. Her çendî min hewl dida ji wan veqetim lê ez li ser malbata xwe ditirsiyam ku tiştekî li wan bikin, heger min dest ji wan berda, ew ê ez bikuştama, ji ber ku min rastiya wan nas kir."

Yek ji qurbaniyên nakokiyên çeteyan bû

Sala 2015‘an li taxa Bustan Paşa ya Helebê di navbera çeteyên koma Sultan Mûrad û çeteyên Xalid El-Heyanî de şer li ser parvekirina mal û milkên sivîlan rû didin, li ser van bûyeran Reco wiha dibêje: "Sedema nakokiyên wan li ser dewriyeyên erebeyan li taxê bû, da ku bi vê yekê mal û milkên şêniyên taxa Bustan Paşa talan bikin, ji ber ku negihiştin lihevkirinan, şer kirin. Di encamê de ez wek êsîr ketim destê koma El-Heyanî û çekê min ji min girtin."

Murşid Reco destnîşan dike ku çeteyên El-Heyanî rojane û bi hemû rêbazan ew îşkence kirin û şopên îşkenceyê li ser laşê wî hê jî xuya dike û wiha serpêhatiya xwe didomîne: "6 mehan ez li gel wan mam, rojane bi hemû awayan îşkece li min dikirin, tevî ku ev 3 sal derbas bûne jî şopên îşkenceyê heya niha li ser bedena min xuya dikin. Agahiyên malbata min ji rewşa min tune bû. Lê ji ku ez bikarim xwe ji vê dojehê xilas bikim, ez fikirîm ku tev li wan bibim. Lê rastiya El-Heyanî jî çeteyên Sultan Mûrad kambaxtir bû, ji ber ku armancên ku bang dikirin hemû dirûşme bûn, lê rastiya wan dizek û talanker in."

Reco tiştên ku bi çavê xwe dîtine eşkere dike û dibêje çeteyan li ser bendên kontrolê dest diavêtin jinan û bi tawanên ku têkiliyên wan bi rêjîmê re hene jin direvandin û tecawiz lê dikirin, her wiha zilam bê sûc û sebep îşkence dikirin û milkên şêniyan desteser dikirin.

Murşid Reco piştî ku demekê di nava çeteyên El-Heyanî de jî dimîne, rastiya wan diyar dike û wiha axaftina xwe didomîne: "Ruxmî ku ez yek ji endamên wan bûm jî lê çekên min didizîn û ez dixistim girtîgehê, bi hinceta ku min çeka xwe winda kiriye pereyên wê ji min dixwestin. Di şerê li hemberî rêjîmê de ez di lingê xwe de birîndar bûm, kesên li gel min çeka min birin û reviyan û ez bi tenê hiştim û mez derman nekirim. Piştî şer xilas bû malbata min hat, ez ji cihê şer birim û ez derman kirim. Ez ji wan li ser malbata xwe ditirsiyam, dema ku ez diçûm şer min malbata xwe dibir mala birayê xwe li taxa Heyderiyê. Ji ber ku armanca wan çeteyan ne yekîneyên parastinê bû, lê belê armanca wan talankirin û koçberkirina gel e, taxa Bustan Paşa û Mesakin Henano ji niştecihên wê vala kirin da ku diziyê bikin."

Reco diyar dike ku çeteyê bi navê Ebû Umer El-Zingî yê li Ezazê ku ji Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, çete û cebilxane didan çeteyên Xalid El-Heyanî û wiha pê de çû: "Di dawiya sala 2016‘an de piştî rêya Kastêlo û Ramûsayê hate girtin, em di çemberê de man, diviyabû çeteyên Ceyş El-Fetih ên ji Humsê li gorî lihevkirinê çember li ser me rakiribana, lê derket holê ku Ceyş El-Fetih ferman ji Tirkiyeyê girt ku em di çemberê de bimînin, paşê talîmat hatin ku em biçin taxa Şear a bakurê rojhilatê Helebê û li benda erebeyên kesk ên rêjîma Sûriyê bin da ku me bibin gundewarên bakur. Ev hemû encamên lihevkirinên Sûriye û Tirkiyeyê bû, piştî ku Tirkiyeyê çeteyên xwe firotin li beramberî ku Rûsya destêrê bide Tirkiyeyê ku Babê dagir bike."

Murşid Reco di berdewama axaftina xwe de dibêje ku wî qebûl nekir bi çeteyên El-Heyanî re ji Helebê derkeve û wiha tîne ziman: "Min qebûl nekir ji Helebê derkevim, ji ber ku ji Artêşa Azad napejirînim, min kiryarên wan û nêzîkatiyên wan ên şaş, her wiha sûcên li dijî jinan dîtin, ez li Helebê mam ta min xwe gihand Cebhet El-Ekrad, piştî ku ez tev li wan bûm, ez li taxa Şêxmeqsûd man."

‘Min wateya hevaltiya rast li vir dît’

Şervanê Cebhet El-Ekrad Murşid Reco li ser tevlêbûna xwe ya nava refên Cebhet El-Ekrad wiha tîne ziman: "Şervanên Cebhet El-Ekrad birêxistinkirî ne, bi rêzgirtin û exlaqê xwe têne naskirin. Min li gel wan rihê hevaltiyê dît, gel wan dizî û bêexlaqî nîn e, di şer de hevalên xwe yên birîndar xilas dikin. Li vir min rastiya hevaltî, fedekariyê dît, min dît ku dema ziyanek li te were, te bi tenê nahêlin, êdî nema li ser malbata xwe ditirsim, ji ber ku niha di aramiyê de ne."

Beşdarî Berxwedana Serdemê dibe

Murşid Reco cihê xwe di pêngava Berxwedana Serdemê ya Efrînê de digire, li ser tevlêbûna xwe wiha tîne ziman: "Yekemîn car e ku ez hîs dikim welatê xwe diparêzim. Me şerê dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê dikir, ne ji balafiran bûya çete li hemberî berxwedana me pêşde nediketin."

Murşid dibêje ku ew di şerê li navçeya Şiyê de birîndar dibe, hevalên wî wî rakdikin nexweşxaneyê. Di dawiya axaftina xwe de Murşid Reco wiha got: "Tiştên ku çeteyan bi serê min de kirin, ez ji bîr nakim. Bi rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê ez ê tola xwe û gelê xwe hilînim."

ANHA