Li Lubnanê têkoşer Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn

Tevgera Civaka Demokratîk li gundê Ebleh ê Lubnanê têkoşer Şîlan Kobanê û rêhevalên wê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Li Lubnanê têkoşer Şîlan û hevrêyên wê hatin bibîranîn
6 kanûn, 2018   11:14

LUBNAN

Li gundê Ebleh ê qezaya Zehlê ya girêdayî parêzgeha El-Bîqa ya Lubnanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkoşer Şîlan û her çar hevrêyên wê ku sala 2004`an li bajarê Mûsilê di encma komployeke navdewletî de şehîd bûn, bi merasîmekê bi bîr anîn.

Di merasîmê de yek ji rêveberên Kongreya Star Netewî Xemgîn di şexsê têkoşer Şîlan û hevreyên wê de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku têkoşer Şîlan di birêxistinkirina şêniyan û pêkanîna pîvanên neteweya demokratîk de pêşeng bû. Her wiha destnîşan kir ku têkoşer Şîlan bû gaveke ji bo guhertinê da ku hemû xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiya xwe tê bikoşin û diyar kir ku têkoşer Şîlan û hevrêyên wê dîrokeke nû nivîsand.

Di dawiyê de Netewî Xemgîn soza şopandina rêya hemû şehîdan da. Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA