Li Reqayê çeteyek bi mayina xwe mir

Çeteyekî DAIŞ`ê dema ku hewl dida mayinekê li Dêra El-Seya Meriyem" a bajarê Reqayê bi cih bike, mayin bi wî ve teqiya û mir.

Li Reqayê çeteyek bi mayina xwe mir
6 kanûn, 2018   11:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê tekez kir ku îro di saetên sibê de dema çeteyekî DAIŞ`ê hewl dida ku li nêzî "Dêra El-Seya Meryem" mayinekê bi cih bike, mayin pê ve teqiya û mir.

Pisporên teqemeniyan ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê destnîşan kir ku kesê terorîst yekser mir, mayinek 15 kîlogram ku ji bo teqandinê hatibû amadekirin, hate dîtin û hate bêbandorkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di hefteya derbasbûyî de bûyerên bi vî awayî zêde bûn. Li gundewarên rojhilat û bakurê Reqayê 2 çeteyên ku dixwest tevliheviyê di nava sivîlan de çêkin, bi heman rêbazê mirin. Di vê çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn hişyarî da welatiyên herêmê ku nêzî tiştên wisa nebin û yekser agahiyê bidin hêzên wan.

(bx)

ANHA