BOG: Hedefa me faşîzma AKP-MHP’ê ye

BOG’ê bi boneya 5’emîn salvegera avakirina rêxistina xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku hedefa wan faşîzma AKP-MHP’ê ya ku çîna kedkar û gelên bindest dorpêç kiriye û jiyan lê herimandiye.

BOG: Hedefa me faşîzma AKP-MHP’ê ye
6 kanûn, 2018   11:12

HESEKÊ

Hêzên Hevgirtî yên Azadiyê (BOG), bi boneya 5’emîn salvegera xwe daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê serleşkerê BOG’ê Umut Bayraktaroglu ve hat xwendin. Bayraktaroglu di destpêkê de 5’emîn salvegera BOG’ê li hevalên xwe yên ku tê dikoşin pîroz kir û wiha got: “Em salvegerê li hevalên xwe yên li serê çiyan, ên di zindanan de li ber xwe didin, li malbatên şehîdan û çîna kedkarên Tirkiyeyê û kesên tên çewisandin, pîroz dikin.”

Bayraktaroglu da zanîn ku ew têkoşîna di barîkatên Geziyê (qadeke sereke ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê) de dest pê kir heta gihîşt sîperên Kobanê û li Efrînê hemberî firoke, tank û topên dewleta Tirk a dagirker û faşîst berdewam dike û wiha got: “Rêxistina me ya dikeve sala 5’an ku rêveberê wê Ulaş Bayraktaroglu ye, ji Kobanê ve li gel serleşker Rasih Kurtuluş û Ulaş Adali 16 rêhevalên xwe oxir kirin. Ev dîroka ku me bi berdêlên mezin nivîsî, dîroka çîna kedkar a Tirkiyeyê û gelên tên çewisandin e. Di heman demê de dîroka şoreş û têkoşîna sosyalîzmê ye. Ev dîroka têkoşînê di salên 80’yî de li dijî xeta teslîmkar, fasfiye û xiyatenê ye û ji wê xetê qutbûn e. Ev qutbûn pêngavek e ji bo bingeha Tevgera Şoreşgerî ya Tirkiyeyê. Ev pêngav Mahîran, Denîzan, Îboyan û serleşker Ulaş Bayraktargolu avêtiye. Piştî berxwedana Geziyê bi rêveberiya Ulaş Bayraktaroglu bi cesaret, bawerî û biryar hatiye meyandin. Rêxistina me pêlên faşîzmê yên li cîhan û Tirkiyeyê dîtine û li dijî wê ji bo gelan aştî û ji bo burjuvaziyê jî têkoşîna enternasyonalîst mezin kiriye.”

‘Hedefa BOG’ê faşîzma AKP-MHP’ê ye’

Bayraktaroglu wiha pê de çû: “Rêhevalên hêja û gelê me yê hêja, hîn di destpêka tekoşîna me de burjuvaya biçûk bi binketinan re rû bi rû hat. Rêxistina me ya di şerên germ û zehmet re derbas bûyî, têkoşîn bi pêş xistiye û cih ji şerên nû û serkeftinên nû re vekiriye. Rêxistina me di vê pêvajoya pêşxistinê de nêzîkatiyên tasfiyekar û lîberal ên ku dixwestin têkoşîna sosyalîzmê bi paş bixin, şer daye meşandin û xwe ji van nêzîkatiyan paqij kiriye. Hedefa BOG’ê faşîzma AKP-MHP’ê ye ku çîna kedkar û gelên bindest dorpêçkirî û aniye rewşeke wia ku nikare bijî. Em li hemberî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê li metrepolên, kolan û çiyayên Tirkiyeyê yê şerê xwe yê şoreşgerî, îdeolojîk, siyasî û leşkeri bi rêxistin dikin û amade dikin.

Herî dawî em ê bi maneviyet û hêza me ji rêhevalên xwe yên nemir û hevalên di zindanan de girtî û ew berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê me, di zanebûna wê de bi biryar berdewam dikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Hêza azadiyê hêza te ye. Baweriyê bi hêza azadiyê bîne, bi rêxistin bibe, ew hêza te ye û faşîzmê bi bin bixe. An serkeftin an serkeftin.”

ANHA