Li Îranê teqînekê rû da-HAT NÛKIRIN

Li bajarê Çabahar ê girêdayî parêzgeha Sîstanê ya rojhilatê Îranê, teqînekê rû da.

Li Îranê teqînekê rû da-HAT NÛKIRIN
6 kanûn, 2018   07:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Faris a Îranê, îro di saetên serê sibê de li bajarê Çabahar ê girêdayî parêzgeha Sîstanê ya başûrê rojhilatê Îranê, teqînekê rû da.

Li gorî televîzyona fermî ya Îranê ku di encma teqînê de 3 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyekî ji wekaleta Êrna ya Îranê re diyar kir ku teqîn ji ber êrîşeke xwekuj li dijî navenda polîsan a bajarê Çabahar rû da.

Beripirsê bajrarê Çabahar Rehmedel Bamirî diyar kir ku çekdaran bi erebeyek bombebarkirî êrîşî navenda polîsên bajêr kir.

Her wiha cîgirê Parêzgehê Sîstan û Bilûştan ê karûbarên ewlehî Mihemd Hadî Meraşî teqez kir ku teqîn li nêzî navenda polîsan a bajarê Çabahar pêk hat.

Televîzyona RT diyar kir ku di encama teqînê de fermandarekî polîsên bajarê Çabahar hate kuştin.

(bx)