Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak

Çalakvanên jin ên greva birçîbûnê li bajarê Qamişlo destnîşan kir ku Leyla Guvan ji wan re û hemû jinan re bûye mînak. Her wiha destnîşan kirin ku bi rêya çalakiya xwe nerazîbûnên xwe li dijî siyaseta dewleta Tirk der heqê girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê de rave kirine.

Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak
Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak
Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak
Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak
Çalakvanên greva birçîbûnê: Leyla Guven ji me re bûye mînak
6 kanûn, 2018   07:39

QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşmeya 'Bi hev re em tecrdê bişikînin, em faşîzmê tune bikin da ku em bi serok Apo re azad bijîn', bi armanca piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya bajarê Culemergê li bakurê Kurdistanê Leyla Guven û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kir.

Konê çalakiyê li taxa El-Siyahî ya bajarê Qamişlo hate vedan. Çalakvanên jin tekez kir ku ew piştgiriya Leykla Guven dikin.

Jina bi navê Delal Bidûr tekez kir ku ew piştgiriya Leyla Guven dikin û siyaset û binpêkirinên hikumeta AKP'ê der heqê girtiyan de red dike û diyar kir ku kirinên Tirkiyeyê li dijî qanûn û hevpeymanên navdewletî ne.

Delal wiha domand: "Em wek jinên Rojava fedaiyên Ocalan in. Ocalan xwediyê fikra neteweya demokratîk û banga aştiyê, demokrasî û jiyana hevpar di navbera hemû pêkhateyan de dike. Tirkiye bi ferzkirina tecrîdê xeyal dike ku wê karibe fikra Ocalan ji me dûr bixe. Lê ew nizane ku fikra Ocalan di hişê me de hatiye çandin û mîna xwînê di damarên me de diherike. Erê rast e Ocalan girtî ye lê fikra wî azad e."

Di dawiya gotinên xwe de Delal ev tişt anî ziman: "Heta azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Çalakiyên piştgiriya Leyla Guven dê berdewam bikin

Ji aliyê xwe ve dayika Wedha Hisên wiha axivî: "Leyla di daxwaza xwe de mafdar e. Ji ber ku aştî bê azadiya Ocalan ne pêkan e. Tecrîda li Ocalan tê wateya tecrîda li hemû gelan. Çalakiyên piştgiriya hemleya Leyla Guven dest pê kirin û heta rakirina tecrîdê dê berdewam bikin."

Her wiha dayika Wedha xuya kir ku çalakiya wan dê heta du rojan bidome û ji bo rakirina tecrîdê dê tev li çalakiyên cuda bibin.

Girêdayî heman mijarê Hêvîn Mihemed Hesen a ji şêniyên bajarê Qamişlo jî wiha got: "Em tecrîda giran ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, qebûl nakin ji ber wê me dest bi greva biçîbûnê kir. Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê ji ser Ocalan ji 30 rojan ve dest bi greva birçîbûnê kiriye û em piştgiriya wê dikin. Em ê heta nefesa dawîn li ber xwe bidin û heta rakirina tecrîda li ser Ocalan û li hemû girtiyên din di girtîgehên Tirkiyeyê de em ranawestin."

Civaka navdewletî şirîkê Tirkiyeyê ye

Ji aliyê xwe ve Eyşa Ebdulrehman binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk êrîşî herêmê dike û hewl dide ewlehî û aramiya herêmê ya ku bi saya xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, binpê bike têk bibe. Her wiha Eyşe diyar kir ku bêdengiya hêzên navdewletî li hember kirinên Tirkiyeyê îsbat dike ku ew bi Tirkiyeyê re şirîk in.

Di berdewama gotinên xwe de Eyşa xuya kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavkirina aştiyê û aramiyê li Rojhilata Navîn armanc dike, lê Erdogan wî tiştî nexwaze û got: "Erdogan tenê dixwaze li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serfiraziyên Osmaniyan vegerîne."

Di dawiya gotinên xwe de Eyşa israra xwe di berdewamkirina çalakiyan de heta bicihanîna daxwazên Leyla Guvenê tekez kir.

Armanc ji çalakiyan rakirina tecrîda li ser Ocalan e

Yek ji çalakvanên jin ên greva birçîbûnê Salha Keleş got birêxistinkirina mîna van çalakiyan erkek e dikeve ser milê hemû jinan û wiha pê de çû: "Bi hebûna jineke mîna Leyla Guven bi hêz û vîna xwe ya xurt, metirsî li ser jinan û rêxistinên jinan tune ye. Leyla bûye jêdera hêz û vîna hemî jinan û bi çalakiya xwe li hember sîtemkariya dewleta Tirk sekinî."

Di dawiyê de Salha bal kişand ku ji bo wan bûye Leyla mînak û dê çalakiyên wan heta rakirina tecrîdê û heta pêkanîna armanca Leyla Guven berdewam bin.

(şx)

ANHA