Meclisa gundê Jinwar hate vekirin

Gundê Jinwar ku di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de hate vekirin, dest bi xebatên birêxistina gund kir û meclisa xwe ava kir.

Meclisa gundê Jinwar hate vekirin
Meclisa gundê Jinwar hate vekirin
Meclisa gundê Jinwar hate vekirin
6 kanûn, 2018   07:55

BÊRÎTAN MEDUSA – OLVA HAC MENSUR / HESEKÊ

Di Adara 2016'an de sazî û rêxistinên girêdayî jinan ên herêma Cizîrê dest bi avakirina yekemîn gundê taybet bo jinan bi navê Jinwar kir. Gund li rojavayê navçeya Dirbesiyê ya girêdayî kantona Hesekê li Bakurê Sûriyê ye. Her wiha gund li nêzî girê Gebz ê dîrokî ye û gundên Kerkend, Herba, Etîşan û gundê Qeyrawan li derdora wî ne.

Gundê Jinwar ku yekem gundê jinan e ku di Rojhilata Navîn de tê vekirin. Çêkirina gundê Jinwar di 10’ê Adara 2016’an de dest pê kir. Gundê Jinwar wêneyên gundên serdema Neolotîk ên di nava wêneyên dîrokê de dinimîne. Gund ji 30 malan, dibistana bi navê Dibistana Dayika Ûweyş, Akademiya Jinwar, navendeke tenduristiyê, firin û dikanekê pêk tê. Xaniyên gund bi heriyê hatine çêkirin û deriyên hemû xaniyan beramberî hev in. 

Fikra avakirina gundê Jinwar ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, piştî şoreşa Rojava ku wek şoreşa jinan tê binavkirin. Têkildarî vê mijarê gelek civîn bi saziyên jinan û endezyaran re hatin lidarxistin. Di encama gelek nîqaşan de biryar hate dayîn ku gund wekî teşeya çargoşe bê avakirin. Hemû malên gund axî bin û jiyana wê komînal be. Di 25'ê Mijdara 2016'an de avakirina gund hate ragihandin. Ji ber wê xebatên amadekirina binesaziya gund dest pê kirin. Piştre di Nîsana 2017'an de xebatên din jî dest pê kir.

Piştî ku gundê Jinwar di 25’ê Mijdarê de hate vekirin, 8 jin bi zarokên xwe re li gund bi cih bûn û bi awayekî komînal jiyan da destpêkirin. Jinên ku bûne mexdûrên hişmendiya zilaman, hevjînên şehîdan û jinên ku bixwazin li gund bijîn, derbasî gund bûn. Di heman demê de deriyê gundê Jinwar ji bo hemû jinan vekirî ye. Jin bi rêya Kongreya Star û Mala Jinan derbasî gund dibin.

Piştî jin li gundê Jinwar bi cih bûn, niha jî dest bi birêxistina gund kir. Li gundê Jinwar meclis hat vekirin.

Berdevka gundê Jinwar Fatma Derwîş li ser rêxistina Jinwarê agahî dan. Fatma diyar kir ku dê karê gund bi awayekî komînal bê kirin û wiha got: “Piştî gund hat vekirin jinên li gund bi awayekî hevbeş kar parve kirin. Wek karên parastin, çandinî, xwarin çêkirin û hwd ji aliyê jinên ku di gund de cih digirin ve hatiye parvekirin. Dê her hefte civînên xwe li dar bixin û her meh meclis kom bibe û karên xwe biguherin. Dîsa di heman demê de dê perwerdeya ji bo xwenasîna jinan bên dayîn û rewşa jinan tê de bê şîrovekirin.”

Fatma destnîşan kir ku di heman demê de deriyê gund ji bo gelê gundên derdorê jî vekirî ye, ew dikarin zarokên xwe bînin dibistana gund, ji firina gund nan bigirin û tev li perwerdeya gund bibin.

ANHA