Ereb: Biryara hikumeta Başûr desthilatdariya yek partiyê xurt dike

Nûnerê PYD‘ê yê başûrê Kurdistanê Silêman Ereb biryara girtina buroyên Tevgera Azadiya Civaka Demokratîk wek çêkirina çerxekê di civaka kurdî de û berdewamkirina desthilatdariya yek partiyê bi nav kir.

Ereb: Biryara hikumeta Başûr desthilatdariya yek partiyê xurt dike
6 kanûn, 2018   07:27

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Nerazîbûna civaka Kurd li hember biryara girtina ofîsên partiyên kurdî ji aliyê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ve zêde dibe. Gelek partiyên kurdî û siyasetmedarên Kurd bal kişand ku girtina ofîsên partiyên kurdî nakeve xizmeta çareserkirina doza kurdî û lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê asteng dike.

Nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ê başûrê Kurdistanê Selêman Ereb li ser mijarê nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin û anî ziman ku biryara girtina buroyan di çarçoveya berdewamkirina siyaseteke dûr û temendirêj a hikumeta başûrê Kurdistanê de pêk tê, hikumetê di hilbijartinên parlamentoyê de bi rêya zextê rê neda ku tevger wek rêxistineke demokratîk derbasî parlemanê bibe.

Ereb da zanîn ku biryar di radeya yekê de çêkirina çerxek di civaka kurdî de bi giştî û bi taybet li başûrê Kurdistanê armanc dike û wiha pê de çû: "Li aliyekî din hikumeta Başûr bi armanca xurtkirina siyaseta yek partiyê, hemû tevger û partiyên siyasî yên ku bi rastî hewl didin demokrasiyê bi cih bînin, tengav dike. Li dijî vê biryarê wê gelek nerazîbûnên gel li herêmên Silêmaniyê û Iraqê bi giştî derkevin. Ji ber ku tevger ruxset ji Bexdayê girtiye û parlamenterên wê di parlemana Iraqê de cih digirin."

Ereb di nava gotinên xwe de bi bîr xist ku hikumeta Başûrê Kurdistanê destûr neda ku Tevgera Azadiya Civaka Demokratîk kongreya xwe li ser xaka Kurdistanê li dar bixe, ji ber wê tevger neçar man li herêmên bin serweriya Iraqê de kongreya xwe li dar bixe. Ereb wiha domand: "Bi biryara Tirkiyeyê buroyên tevgerê hatin girtin. Dewleta Tirk her tim yekrêziya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê dike hedef, ji ber ku Tirkiye ji nêrîna hevpar a Kurd û avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse."

Di dawiyê de nûnerê PYD‘ê yê başûrê Kurdistanê Silêman Ereb texmîn kir ku dibe ev nêrîn di hundirê Yekitî Nîştimanî Kurdistanê (YNK) de jî rastî nerazîbûnê hatiye ku dibînin partî ji xeta xwe ya siyasî derketiye. Silêman Ereb bang li rêveberên partiyê kir ku ji biryara xwe paşde vekişin ku nakeve xizmeta yekitiya gelê Kurd.

(şx)

ANHA