‘Yekitiya refa kurdî mîsogeriya parastina destkeftiyan e’

Hin siyasetmedarên Kurd diyar kir ku yekrêziya gelê Kurd mîsogeriya parastina destkeftiyan e û banga lidarxistina yekitiya neteweyî ya Kurdistanê kir.

‘Yekitiya refa kurdî mîsogeriya parastina destkeftiyan e’
6 kanûn, 2018   07:19

LÎNA CANGÎR - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Destkeftiyên gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê rastî êrîşên dewletên dagirker û bi taybet dewleta Tirk tên. Ji lew re divê hemû qadên gelêrî û siyasî yekitiya xwe xurt bikin û bigihîjin stratejiyeke têkoşînê ya hevpar.

Girêdayî girîngî û pêwîstiya lidarketina kongreya neteweyeyî ya Kurdistanê sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanm (KNK) Necmedîn Mele Umer ji ajansa me re axivî.

Di destpêka gotinên xwe de Necmedîn Mele Umer diyar kir ku lidarketina kongreyê mîsogeriya çareseriya doza Kurd e û wiha got: "Di dîroka şoreşa gelan de, gelan tenê piştî avakirina yekitiya xwe karibûn li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Di têkoşîna li dijî zilmê û çewisandinê de divê hemû alî nakokiyên xwe yên navxweyî deynin aliyekî. Ev jî pêwîst e ku gelê Kurd pêk bîne. Divê em nehêlin pirsgirêkên biçûk yekitiya partiyên Kurd asteng û qels bikin."

Yekitiya refa Kurdî pêwîstiyeke têkoşînê ye

Di berdewama gotinên xwe de Mele Umer teqez kir ku yekitiya refa Kurdî pêwîstiyeke têkoşîn û jiyanê ye, mîna ba û avê ye û wiha pê de çû: "Em niha di nav belavbûn, lawazbûn û neyekgirtina nêrînan de ne. Di dîroka têkoşîna gelê me de, em di hezaran tecrubeyan re derbas bûn. Êdî niha dem ne dema dudiliyê ye di dayîna biryara yekitiya refa kurdî de. Ji ber ku dijmin bi şer û binpêkirinên xwe gel birçî hiştiye û koçber kiriye û gel bê hal hiştiye. Ji ber wê em nikarin li hember van binpêkirinan mîna temaşevanan bê bertek bibînin."

Hindek partî berjwendiyên xwe di ser berjwendiyên gel re digirin

Necmedîn Mele Umer wiha pê de çû: "Mixabin hindek partiyên Kurd berjwendiyên xwe li ser berjeweniyên gelê Kurd tercîh dikin. Neyekgirtina nêrîn û helwesta partiyên Kurd dibe sedema sereke ku lidarketina kongreya neteweyî ya Kurdistanê asteng bike."

Ji aliyê xwe ve sekreterê Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê Dr. Şefîq Ibrahîm destnîşan kir ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî zulmê û çewisandinê hatiye û wiha got: "Gelê Kurd herî zêde ji zulmê û çewisandinê azar kişandiye û ji mafên xwe bê par maye. Piştî Peymana Sykes Picot xaka Kurdistanê dabeşî 4 parçeyan hate kirin û ket bin serweriya pergalên zordest ên dîktator ku mirov dikare wan bi mêtingerên herêmî bi nav bike. Heta niha nakokî li ser vê xakê berdewam e û ji wê demê ve gelê Kurd rastî komkujî û tepeserkirinê tê."

Îbrahîm wiha domand: "Piştî Bihara Erebî di sala 2011'an de, gelê me projeya Rêveberiya Xweser li Rojava pêk anî û îro em dikarin bibêjin ku 2 parçeyên Kurdistanê azad in. Ji lew re beyî yekitiya refa kurdî û nûnertiyeke siyasî li qadên navdewletî em nikarin destkeftiyên gelê xwe biparêzin."

Her wiha Îbrahîm girîngiya lidarketina kongreya neteweyeyî ya Kurdistanê destnîşan kir û wiha got: "Em bi hewcedariya jinûvekomkirina hêzên xwe li tevahiya Kurdistanê ne. Ji lew re em bang li hemû hêz û partiyên siyasî dikin ku piştgiriya kongreya neteweyeyî ya Kurdistanê bikin da ku em destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin."

Di dawiya gotinên xwe de Dr. Şefîq Îbrahîm destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn gelek guhertinên bingehîn rû didin û gelê Kurd rastî hewldanên guhertina demografîk ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tê. Her wiha bang li hemû partiyên Kurd li tevahiya Kurdistanê kir ku li hember destwerdana Tirkiye û Îranê yekitiya xwe ava bikin.

(şx)

ANHA