Êlên Minbicê: Bi hevgirtinê em ê aramiya herêmê biparêzin

Hin rûspiyên êlên Ereb ên Minbicê gotin: "Bi hevgirtina xwe em ê ewlehî û aramiya Minbicê biparêzin". Rûspiyan bang li şêniyên bajêr kirin ku ji komployên li dijî Minbicê têne meşandin hişyar bin.

Êlên Minbicê: Bi hevgirtinê em ê aramiya herêmê biparêzin
6 kanûn, 2018   05:20

ŞÎLAN MIHEMED/MINBIC

Ji rûspiyên êlên Ereb ên Minbicê Xalid Şiblî û Ebdulrezaq Ismaîl ewlehî û aramiya bajarê Minbicê destnîşan kirin û gotin hindek aliyên ku berjewendiyên xwe li herêmê dibînin hewl didin ewlehî û aramiya bajêr têk bibin.

Ebdulrezaq Ismaîl ê ji êla El-Demalxa anî ziman ku Minbic di nav aramî û ewehiyê de ye, gelên wê jiyana xwe asayî didomînin û her wiha derfetên kar li herêmê peyda dibe.

Ismaîl sedema aramiya li herêmê spart hevgirtina hemû pêkhateyan û keda mezin a Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku şev û bi roj ewlehiya herêmê diparêzin.

Ismaîl di nava axaftinên xwe de got : "Hindek alî hene berjewendiyên xwe li herêmê dibînin, ji ber vê yekê hewl didin aramî û sîstema demokrasiyê têk bibin, teqînên ku carcaran pêk tên û gefên têne kirin vê yekê îsbat dike."

Ismaîl destnîşan kir ku  gelê Minbicê ji van planan hişyar in û dê bi hevgirtina xwe ewlehiya herêmê biparêzin.

Girêdayî heman mijarê rûspiyê êla Xenaym Xalid Şilbî got: "Piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê, aramî û ewlehî li Minbicê serwer bû. Lê hindek alî ku piştgiriya DAIŞ'ê dikin hewl didin tevliheviyên li bajêr belav bikin û ewlehiya wî bihejînin."

Xalid Şilbî bang li rûspiyên herêmê kir ku ji planên aliyên dijber hişyar bin.

(şx)

ANHA