Israîl hemleya  "Mertala Bakûr" li dijî tunelên Hizbullah dest pê dike

Artêşa Israîlê îro roja sêşemê, li ser sînorê bakûr bi Lubnanê re dest bi çalakiya leşkerî li dijî tunelên Hizbullah kir.

Israîl hemleya  "Mertala Bakûr" li dijî tunelên Hizbullah dest pê dike
4 kanûn, 2018   08:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Israîlê îro sêşemê ragihand ku wan li ser sînorê bakûr bi Lubnanê re dest bi çalakiya leşkerî kiriye, ku têde tunelên Hizbullah ber bi hundirê Îsraîlê ve dikole eşkere dike û hildiweşîne.

Artêşa Israîlê hemleya xwe bi "Mertala Bakur" bi nav kir. Hemel bi fermandariya tugayî Yaûl Sitirêk tê birêvebirin û "tîmên taybet û hevbeş ên Desteya Istixbaratê û fermandariya Bakur û çekên endeziyarî" beşdarî wê bûne.

Li gorî daxuyaniyê, Desteya giştî ya Artêşa Israîlê ji sala 2014`an ve amadekariya vê hemleya leşkerî ku gelek hêzên mezin jî beşdarî hemleyê dibin, dike. Desteyê ragihand ku gelek herêmên nêzî dîwarê ewlehî li bakûrê herêmên leşkerî, girtî ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku artêşa Îranê piştgiriya kolandina tunelên Hizbulllah a terorîst dike ku dijî welatiyên Israîlê bide bikar anîn.

Israîl kolandina van tunelên Hizbulllah weke binpêkirina eşkere ya serweriya Îsraîlê bi nav dike ku rasterast gefan li welatiyan dixwe.

Di daxuyaniya de hat gotin ku tişta ku di hundirê xaka Lubnanê de pêk tên berpirsyariya artêşa Hikumeta Lubnanê ye û gotin:"Ev tunel didin diyarkirin ku artêşa Lubnanê li wan herêman bi berpirsyariya xwe ranabe."

(jo)