Çarenûsa Hesen Mihemed Horo ne diyar e

Ji 2 hefteyan ve cihê şêniyê bi navê Hesen Mihemed Horo yê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ji bajarê Efrînê hatiye revandin, ne diyar e.

Çarenûsa Hesen Mihemed Horo ne diyar e
4 kanûn, 2018   08:42

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker beriya 2 hefteyan welatiyê bi navê Hesen Mihemed Horo (34) ji gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê revand.

Li gorî çavkaniyan Hesen Mihemed Horo dikana firotina telefonan li Efrînê hebû û hê jî çarenûsa wî ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku şêniyê bi navê Xelîl Elî Xalêd (57) dema ku dixwest berhemên xwe li Efrînê bifiroşe, li ser rêya Basûtê û Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate revandin.

(ekîb)

ANHA