Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in

Îsraîl danûstandinên xwe bi Amerîka re der barê çalakiyên Îranê di Sûriye û Lubnanê de zêde dike. Çavdêran diyar kirin ku evan danûstandinên ku beriya êrîşa Îsraîlê li dijî baregehên li Dêrazorê pêk hatine dibe ku amadekariyeke Îsraîlê ya çalakiyeke leşkerî be. Parlemana Îraqê îro rûniştineke germ lidar dixe. Griffith di nava şandeyeke Hosiyan de berê xwe dide Siwêdê.

Mijarên îro rojnameyên Erebî behsê kirine ev in
4 kanûn, 2018   08:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa tevgerên Îsraîlê yên der bare çalakiyên Îranê di Sûriye û Lubnanê de kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser çalakiyên siyasî yên avakirina hikûmetên Îraq û Lubnanê û behsa xwepêşandanên li Fransayê kirin.

Şerq El-Ewsat: Natanyaho bi Pompeo re dijberiya "veguhestina çalakiya Îranê ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve" gotûbêj dike

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê yên girîng kirin. Rojnameyan behsa tevgerên Îsraîlê di Sûriye û Lubnanê de kirin. Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewsat xwe spart çavkaniyên siyasî yên Til Evîvê ku hevdîtina di navbera serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho ya bi lez bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo re li Biroksêlê û têde pêşketinên di veguhestina çalakiyên Îranê ji Sûriyê ber bi Lubnanê ve gotûbêj kirin.

Rojnameyê wiha got: "Berdevkê Leşkerî yê berê yê artêşa Îsraîlê Ron Bin Yaşay ku di kar û barên leşkerî û ewlehî de ya malpera rojnameya "Yadîhot Ahranot" de dixebite ragihand ku hevdîtina di navbera Natanyaho û Pompeo de hevdîtinên di navbera serokwezîrê berê yê Îsraîlê Îhod Olmert bi rayedarên Amerîka yên wê demê re tîne bîra mirovan, beriya ku baregehên Sûriyê yên li Dêrazorê bombebaran bike û Îsraîlê got ku ewan baregehên nuklerî ne û tên avakirin." Bin Yaşay got ku guman hene ku Natanyaho dê mijarên fabrîkeyên ku Îran li Lubnanê ava dike gotûbêj bike."

Li gorî Bin Yaşay çavkaniyên wî diyar dikin ku armanc ji hevdîtina Natanyaho û Pompeo de dibe ku amadekariya çalakiyeke leşkerî ya Îsraîlê be da ku xebatên Îran û Hizbullah têk bibe.

El-Heyat: Koalîsyona Navnetewî fermandarekî DAIŞ'ê ku rehîne bidarvedikirin, hedef girt

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku şandeya Amerîka ya Koalîsyona Navnetewî ya bi serkêşiya Waşintonê ragihand ku balefirên şer ên Koalîsyonê êrîşek pêk anîn û fermandarekî DAIŞ'ê yê bi navê Ebû El-Umerên ku berpirsyarê kuştina rehîneyan bû, hedef girt.

Îraq

Der barê astengiya avakirina hikûmeta Îraqê û çalakiya siyasî de rojnameya El-Heyat diyar kir ku nakokî di navbera herdu bilokên El-Islah û El-Ihmar de der barê 8 wezaretan de berdewam e û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûniştineke germ a parlemana Îraqê ji bo temamkirina avakirina hikûmeta Ebid El-Muhdî".

Rojnameya El-Ereb jî behsa heman mijarê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebid El-Muhdî rayedarên ewlehiyê yên bi ser Îranê ve tên hesibandin dûr dixîne."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa danûstandinên di navbera Hosiyan û hikûmeta Ebid Rebo Mensûr El-Hadî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Girffith di nava şandeyeke Hosiyan de berê xwe da Siwêdê".

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê de jî rojnameya El-Ereb behsa peywendiyên di payên jorî de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah di bin banê siyasî derveyî ewlehiyê di berdewama dijberiya bi El-Herîrî re berpirsyar e."

Fransa

Girêdayî xwepêşandanên li Fransayê rojnameya El-Heyat behsa danûstandin û hevdîtinên serokwezîrê Fransa Edward Fîlîp kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hawarkar û xwendekar beşdarî nava 'miltanên zer' bûn."