ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03.12.2018
3 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla li dijî dagirkeran dê werin şopandin.

-Komcivîna navdewletî ya "Qirkirina etnîk û guhertina demografîk li Efrînê) ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de li navçeya Amûdê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervanên YPG‘ê Hisên Îbrahîm û Şêrhat Qamişlo ku di encama qezaya trafîkê de şehîd bibûn li goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 14:00. Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê li goristana Şehîd Dijwar vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Îbrahîm Hisên re dixwazin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Civaka Demokratîk der barê girtina ofîsên Tevgera Azadî de daxuyanî dide, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Beşdarên komcivîna navdewletî ya 'Qirkirina etnîk û guhertia demografîk li Efrînê' diyar kirin ku bêdengiya navdewletî sedema sereke ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî Efrînê ye û destnîşan kirin ku Tirkiyê bi kaxeza penaberan zextê li dewletên ewropayê dike da ku ji binpêkirinên wê re bêdeng be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolînerê stratejîk ê Fransayê Gerard Chalian bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê rexne kir û got: " Sedem û armanc çi dibin bila bibin nêzîkatiyên Tirkiyeyê ne qanûnî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid El-Mihbaş got, civînên ku di demên dawîn de li dar ketine wê xebatên komîteyên 7 rêveberiyan hevpar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed destnîşan kir ku çaranûsa hemû civînên bi armanca danîna destûrek nû ji Sûriyê re li dar dikevin têkçûn e, ji ber a nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê nehatin beşdarkirin.  Îlham teqez kir ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo amadekirina reşpelike destûrek nû ji Sûriyê re wê xebatên xwe di vê salê de xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm got, dewleta Tirk di pêkanîna lihevkirina Idlibê de têk çûye û li herêmên ku dagir kirine tevlihevî û ne aramî serwer e. Ebdulkerîm banga amadekirina zemîna avakirina Sûriyeya nû kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên kantona Efrînê bi hatina zivistanê re bi hev re dibin alîkar û cilên hirî çêdikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê 686 ton tovê genim li cotkaran belav kirine, belavkirin hê jî berdewam e.

-Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de li gundewarên Dêrazorê beşê tenduristiyê hatibû paşguhkirin, şênî ji ber vê yekê bê zar mabûn. Bi vekirina navenda tenduristiyê li gundê Sawa ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê welatî kêfxweş dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA